Swêd, ji ber deqkirin û dersînorkirina Kurdan dibe sedema nerazîbûnan
Swêdê qebûl kir ku di kuştina Olof Palme de rola Kurdan nîne, lê tevî vê yekê jî penaberên Kurd deq û dersînor dike. Vê yekê nerazîbûn zêde kir.
Swêdê qebûl kir ku di kuştina Olof Palme de rola Kurdan nîne, lê tevî vê yekê jî penaberên Kurd deq û dersînor dike. Vê yekê nerazîbûn zêde kir.
Serdozgeriya Swêdê di Hezîrana 2019'an de bi civîneke çapemeniyê ragihand ku dosya têkildarî kuştina serokwezîrê berê Olof Palme hatiye girtin. Dozgeriyê û polîsên ku ji lêpirsînê berpirsyar ragihandin ku ti eleqeya Kurdan bi kuştina Palme nîne û diyar kiribûn ku PKK partiyeke ku ji bo mafên Kurdan têdikoşe. Piştî vê daxuyaniyê, rêxistinên Kurdistaniyan ên li Swêdê, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civakî yên Swêdî hewldanên xwe zêde kirin ku Swêd û Yekîtiya Ewropa navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin. Lê belê hikumeta Swêdê têkildarî Kurdan û şoreşgerên ji Tirkiyeyê hatin û daxwaza penaberiyê kirin, helwesta xwe tundtir kir.
Swêdê serlêdana penaberiyê ya ciwanekî Kurd ê 23 salî ku sala 2015'an tevlî berxwedana li Cizîrê bû, meha Nîsanê red kir. Bêyî ku agahiyê bide parêzer, malbatê û hevalên wî bi balafireke taybet radestî Tirkiyeyê hate kirin. Li ciwanê Kurd ê navborî li Şaxê Têkoşîna dijî Terorê êşkenceya li dijî mirovahiyê hate kirin. Hikumeta Swêdê niha jî dixwaze dayika 2 zarokan Zozan Buyuk dersînor bike. Buyuk ku berê li Belçîkayê dima û welatiya Yekîtiya Ewropayê ye, mafê xwe yê mayina li welatên Yekîtiya Ewropayê heye. Beriya 5 salan li Swêdê bi cih bû û zewicî. Debara xwe jî bi xwe bi karkirinê dike. Li gel peyman û qanûnên Yekîtiya Ewropayê yên mafên penaber û koçberan ewle dike, Buroya Koçberan bi îdîaya Polîsê Ewlekariya Swêdê (Sapo) ya li ser ewlekariya welêt, biryar da ku jina Kurd ji zarok û hevserê wê cihê bikin û dersînor bikin.
MEDYA Û SIYASETMEDARÊN SWÊDÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN
Biryara dersînorkirina Buyuk bû sedema nerazîbûna Kurdistaniyan, siyasetmedaran û medya Swêdê. Yek ji rojnameyên sereke Yên Swêdê Aftonbladet sê gotarên ku Swêdê û Polîsên Ewlekariya Swêdê rexne dikin weşand. Televîzyona dewletê ya Swêdê jî cihekî berfireh da mijarê.
Buyuk, malbata wê û Kurdistaniyên li bajarê Orebroyê ji bo şermezarkirina biryara dersînorkirinê çalakiyek li dar xistin.
MIJAR XIST ROJEVA PARLAMENTÊ
Parlamentera Partiya Çep û Berdevka Polîtîkaya Hiqûqê Lînda Weterlûnd Snecker bi pêşnûme pirsekê mijar xist rojeva Parlamentê. Snecker anî ziman ku Sapo zextê li penaberên siyasî yên ji Tirkiye û Kurdistanê dike û ji Wezîrê Edalet û Koçê Morgon Johansson pirsî ku li dijî nêzîkatiya Polîsê Ewlekariyê ku di çarçoveya feraseta rejîmên otorîter ên mîna Tirkiyeyê de rîska ewlekariyê dinirxîne, wê tiştek bê kirin yan na.
Wezîrê Edalet û Koçê Morgon Johansson pêr bersiv da pêşnûme pirsê û diyar kir ku Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê xwedî maf e ku li gorî qanûnên kontrolkirina biyaniyan, yên li ser Swêdê gefa ewlekariyê ne tespît bikin. Wezîr diyar kir ku di rewşeke bi vî rengî deji bo dersînorkirinê li Buroya Koçberiyê hewldan dikare bê kirin. Wezîr Johansson bi vî rengî qebûl kir ku têkildarî Kurdan û şoreşgeran, polîsên Swêdê bi MÎT a Tirk re hevkariyê dike.