Sûriye: Şerê yekemîn ê avê
Sûriye: Şerê yekemîn ê avê
Sûriye: Şerê yekemîn ê avê
Pisporên hawirdorê hişyariyê didin, ku piştî salên dirêj ziwayî dikare rê li ber şerên cidî veke. Tê destnîşan kir ku di şerê navxweyî yê li Sûriyê de ku di encamê de heta niha 200 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, roleke girîng a ziwabûnê heye.
Li gorî pisporên Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 40 ê şêniya li gelemperiya cîhanê, li herêmê lê daxwaza avê tê kirin, dijî. Tê gotin di nava 10 salên pêş de ev rêje ji sedî 60 derbas bike. Eger were dîtin ku beşeke girîng a daxwaza Avê ji bo çandinî û hilberînê tê kirin, hingî encama herî girîng a ziwayiyê jî birçîbûn û zêdebûna buhaya xwarinê ye.
Di navbera salên 2006 û 2011'an de ji sedî 60 ê qada çandiniyê ya Sûriyê, ji ber ziwabûnê ya bi têr hilberîn neda yan jî bi temamî xera bû. Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî ya sala 2009'an, nêzî 800 hezar Sûriyeyiyên debara xwe ji çavkaniyên çandiniyê dikirin, ji ber ev çavkanî ji holê rabûn neçar man koçî bajaran bikin. Tê gotin ev koçberî di salên 2010 û 2011'an de jî dewam kiriye.
Li tevahiya welatên xwedî peravên Derya Spî ne, ziwabûn bi awayekî cidî tê jiyîn û yek ji welatên herî zêde ketin bin bandora vê yekê Sûriye ye. Tê gotin ku di teqîna civakî û raperîna li Sûriyê de, tevî Bihara Ereb bandora nifûsa ji be ziwabûnê li bajaran kom bûye jî, xwedî roleke diyarker e.
AVA GEMARÎ YA HATINE BIKARANÎN JÎ GIRÎNG DIBE
Bi zêdebûna ziwabûnê re, ji nû ve bikaranîna ava gemarî hîn girîngtir bû.
Li gorî lêkolîna Neteweyên Yekbûyî ya li 181'an, ji bo ji nû ve veguherîn û bikaranîna ava gemanî, bi tenê 55 welat xwedî binesaziyê ne. Li gorî daneyan li welatên pêşketî, ji sedî 70 ava gemarî tê bikaranîn, li welatên bi pêş ve diçin ev rêje dadikeve ji sedî 28'an.
Li gorî hesabên pisporan, rêjeya ava gemarî ya li gelemperiya cîhanê derdikeve holê, bi qasî rêjeya ava di nava 14 mehan de li çemê Missisippi kom dibe ye.
Li welatê kêm bi pêş ve çûye, li welatên ziwabûnê dijîn, ava gemarî di halê hazir de gelekî girîng e. Bi bikaranîna ava gemarî ya ji bo çandiniyê re li van welatan, pêdiviya qûtê ya ji sedî 10'an a tevahiya nifûsa cîhanê tê tedarikkirin.