Desthilatdariya AKP'ê êrîşî her tişta li ber dilê Kurdan bi nirx dike. Hewl dide tevahiya nirxên nasname û çanda Kurd cihê dikin, ji holê rake. Li Amedê li Sûrê, ew xanî û taxên ku jiyan û çandeke cihê diafirandin, tên hilweşandin. Armanc ew e ku bi hilweşandina wan taxên ku cîrantî û çandeke zindî, germ, civakî afirandî, Sûreke ku çandeke bêreng, ferdperest a modernîteya kapîtalîst hilberîne, biafirînin. Heta bi Baxçeyên Hevselê yên ku ji nasname, reng û rûyê Amedê ne jî li lêkirina avahiyên betonî vedibin. Li Heskîfê avê didin ser Dîrokê. Ji bilî van gelek tiştên ku xislet û azadiyê didin Kurdan tên şewitandin û rûxandin. Qirkirina Kurdan bi vî rengî jî tê dewamkirin.
Bêguman, li hemberî van pêkanînên zêhniyet û desthilatdariya qirker, nerazîbûnên gelê Kurdistanê û xelkê Amedê hene. Gelê Kurd pê dizane ku ev hilweşandin û rûxandin êrîşek e li dijî nasnameya Kurd. Haya gelê Kurd jê heye ku ne tenê tax tên hilweşandin, ne tenê avê didin ser bajar û gundan, lê ya bi vê tê xwestin hilweşandina Kurdîtiyê ye, ew e ku av bide ser Kurdîtiyê û wê bixeniqîne. Kurd weke berê li dîrok, kevir, xanî û taxên xwedî çand û nasname nanihêrin. Ew pê dizanin ku wan kevir, xanî û tax ew nirx in ku dîrokek û çandek afirandine û kirine ku nasnameya Kurd hebe. Ji ber vê yekê jî weke ku komkujiyeke li dijî mirovan be nerazîbûna xwe nîşan dide. Lewma ev êrîşa li dijî dîrok û çandê komkujiye û qirkirineke komî ye.
Hêrsa xelkê Amedê û gelê Kurd gelekî rabûye li hemberî pêkanînên li Sûrê, Heskîfê yan jî deverên din ên mîna van. Nexasim jî piştî berxwedana xwerêveberiyê, hilweşandina taxan, bajaran, kirinên qeyûmên şaredarî dagirkirî ên pêşî bû êrîşa li dijî saziyên ziman û çandê yên kurdîtiyê, êrîşa li dijî abîdeyên sembola komkujî û êrîşên li Kurdistanê, dike ku hêrsa gelê Kurd rabe. Lê belê pirsgirêk di wê yekê de hene ku gel hêrs û nerazîbûna xwe birêxistin bike. Ya rastî li dijî van êrîşan li her dever û mekanî mirov dikarin însiyatîfan damezrînin û li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Lê belê, bi ser de jî bi mentiqa 'faşîzm e, wê van bike' êrîş tên normal û asayîkirin. Ev jî gelekî bi tehlûke ye. Nebûna reaksiyonan, nîşannedana nerazîbûnê dike ku mirov êdî ne hestiyar bin, bêsl û dejenere dike. Ev jî herî kêm bi qasî van êrîşên faşîzmê texrîbker in. Ji ber vê yekê divê mirov li dijî vê zêhniyet û van pêkanînên ku êrîşên yekser in li dijî xelkê Amedê û tevahiya gelê Kurd, li ber xwe bidin. Li Kurdistanê şewitandina daristanan, şewitandina jîngehên mirovan e. Di qurn û sedsalên bihurî de, berê di hin şeran yan jî êrîşan de her tişt dihat hilweşandin û şewitandin û pê hawîrdoreke mirov nikaribin lê bijîn dihat afirandin. Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP'ê jî dixwazin welê li Kurdistanê bikin. Dixwazin ku Kurd ji welatê xwe birevin. Vî şerê taybet, vê şerê qirkirinê yê bi dehsalan e dewam dike, niha jî Tayyip Erdoğan û hêzên mîlîtarîst û çeteyên di bin fermana wî de dewam dikin.
Tayyîp Erdogan û faşîzma AKP'ê pêkanînên sedsalekê yên qirkirina Kurdan hemûyan bi hev re yan jî bi sentezkirina hemûyan di pratîkê de pêk tînin. Niha Tayyîp Erdogan û AKP zêhniyeta Îttîhat û Terakkiyê bi rê ve dibin. Serê Erdogan serê beriya bi sedsalekê ye. Tevahiya nasnameyên cihê wê bên qirkirin û wan bikin Tirk! Ji xwe, weke îfadeya vê zêhniyet û siyasetê behsa ruhê Melazgirê kiriye. Dixwaze Kurdistanê ji nû ve seranser dagir bike û bi vê armancê Kurdistan weke mekanê belavbûna netewebûna Tirk ragihand. Ji bo ku vê armancê darî çav bikin, çûne Melazgirê. Şahiya Melazgirê weke sembola qirkirinê li dar xistin. Ji niha û pê ve siyaseta wê li Kurdistanê pêk were, wê bibe ev.
Divê Kurd hemû çûna Melazgirê ya Tayyîp Erdogan û gotina wî ya weke ji niha û pê ve em ê ruhê Melazgirê xurt bikin, rast fêm bikin. Tayyîp Erdogan li Melazgirê şerekî nû yê qirkirinê da destpêkirin. Kurd ê ku bi vî rengî li çûna Tayyip Erdogan a Melazgirê serwext nebe, serê xwe dixe nava xîzê, çavê xwe miç dike, heta stûyê xwe dide ber kêra qirkirinê. Bi vî rengî ew Kurd ê ku serî hilnade li hemberî siyasetên Tayyîp Erdogan, li ber wan ranabe, ne Kurd e. Kurd jî be, ne di wê rewşê de ye ku karibe xwedî li xwe derkeve. Kurt û Kurmancî ew Kurd e ku xwe daye ber mirinê, ber kêrê. Mirov ji van re bibêje hevkar jî şaş e. Ev dikevin rewşa înkarker yan jî xayîn de.
Sûr, Heskîf, şewitandina daristanan, Baxçeyên Hevselê û Melazgir, ev hemû êrîşên qirkirinê ne. Tayyip Erdogan jî şefê vê qirkirinê ye. Kurd divê mirov çawa helwestê nîşanî şefên qirkirinê bide, helwesteke bi wî rengî nîşan bide. Fikr û zikra wan çi dibe bila bibe, Kurd hemû divê karibin li dijî unsûrên faşîst ên mîna Tayyîp Erdogan û AKP'ê têbikoşin. Yan na, bivê nevê, qirkirin wê bi rê ve biçe û hukmê xwe pêk bîne.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA