Sûcdarê Nazî yê herî zêde lê dihat gerîn li Şamê miriye!

Sûcdarê Nazî yê herî zêde lê dihat gerîn li Şamê miriye!

Yek ji navê sereke yê komkujiyên Elmanya Nazî Alois Brunner, ku mehkûmê sûcê şer û mirovahiyê bû û mirovê herî zêde lê dihat gerîn bû, tê gotin ku berî 4 salan miriye.

Aqûbeta gelek Naziyên berê yên di navbera sala 1933 û 1945 dema bidawîbûna Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li dijî Yahûdiyan, Roman û mûxalîfan sûcên komkujiyê kirine, hînê nayê zanîn.

Li gorî Navenda Simon Wiesenthal, ku bi xebatên xwe yên kifşkirina Naziyên li dijî Yahûdiyan sûcê şer kirine tê naskirin, Alois Brunner yê ji komkirina 130 heta 140 hezar Yahûdiyên Ewropî li kampan û qetilkirina bi deh hezaran ji wan berpirsyar e, li paytexta Sûriye Şamê ku piştî şer reviya wê derê, miriye.

Hejmara roja Yekşemê ya rojnameya Daily Express a Îngilîz Sunday Express, di nûçeya xwe ya dispêre agahiyên ji rayedarekî Navenda Simon Wiesenthalê de ragihand, ku Brunner di sala 2010'an de li Şam a xwe lê vedişart, di 98 saliya xwe de miriye. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku rayedarê navendê ev agahî sipartiye wezîfedarekî berê yê îstîxbarata Elman a li herêmê û destnîşan kir, ku agahiyên li ser mirin û dema mirina Brunner de, 'pê bawer' in.

Efraim Zuroff ku weke 'nêçirvanê Nazî' tê naskirin ji rojnameyê re axivî û got, "Dema emrê Brunner li ber çavan were girtin, ev yek surprîz nîne û ev agahî ji mirovekî em jê bawer in, tê."