STK’yên Îslamî DAIŞ şermezarkirin
STK’yên Îslamî DAIŞ şermezarkirin
STK’yên Îslamî DAIŞ şermezarkirin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê li Amed pişti nimêja Înê hate şermezarkirin. Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê jî diyar kir ku wê li hemberî êrîşan roja Yekşemê meşekê li dar bixin.
AMED
Li Amedê, hin derdorên Îslamî piştî nimêja Înê li ber Mizgefta Mezin, êrîşên çeteya DAIŞ'ê yên li ser Kobanê şermezar kir. Endamên Komeleya Anadolu Gençlîk, Koma Diyalogê ya Dîcle Firat, Diyanet Sen, Dînbîr Sen, Hareketa Azadî, Ay-der, Îhvan Der, MAZLUMDER, Hayat Der, Komeleya Gonul Koprusu û bi dehan welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Gelê Kobanê'ye tenê nine" hate vekirin û dovîzên "Ji bo zaliman bijî cehennem" û "Dengê Kurdistan, dengê Îslamê" hatin hilgirtin. Serokê Lijneya Rêveber ya Ay-Derê Îsmaîl Kaya, li ser navê tevkaran daxuyaniyek xwend. Kaya, got ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Kurd ê mazlum û sivîlên bêparastin şermezar dikin û da zanîn ku tu eleqeya van êrîşan bi Îslamê tune ye.
Kaya, diyar kir ku di encama êrîşan de bi hezaran zarok, jin û kesên bê parastin ji neçarî koçber bûne û ji bo van kesan beriya cejna Qurbanê banga alîkariyê kir. Kaya, her wiha bang li saziyên dewletê, rêxistinên civaka sivil, derdorên karsazan û gel kir ku bi lez dest bi alîkariyê bikin û wiha axivî: "Divê em destûr nedin, Helepçe û Şengalên nû pêk werin. Tu ferqa, Kerkuk, Şengal û Kobanê ji bo me ji Amedê nîne."
Çalakî piştî daxuyaniyê bê bûyer bi dawî bû.
ÎZMÎR
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîre jî têkildarî meşa ku wê bi heman mebestê di 28'ê Îlonê roja Yekşemê li dar bixe de li avahiya partiyê daxuyaniyek da. Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Cavît Ugur, bilêv kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya hêzên emperyalîst hewl didin ku Şoreşa Rojava bifetisînin û ji ber vê jî bang li hemû derdoran kir ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin.
Meşa HDP'ê roja Yekşemê saet di 14.00'an de li Qada Basmaneyê wê destpê bike.