Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Stenbol ji bo Nisêbînê di çalakiyan de bû

Di pêşengtiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi sirûda “Deng bide Nisêbînê” li gelek navçeyan daxuyanî û meş hatin lidarxistin. Ji bo balê bikşînin qetlîamên li Nisêbînê, banga hestyariyê li raya giştî hate kirin.

Di pêşengtiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi sirûda “Deng bide Nisêbînê” li gelek navçeyan daxuyanî û meş hatin lidarxistin. Ji bo balê bikşînin qetlîamên li Nisêbînê, banga hestyariyê li raya giştî hate kirin.

Li navçeya Bagcilarê gelek kes bi dirûşmeyên mîna “ Dest nede vîna min”, “Zext nikarim me bişkînin” û “Bi înad aştî “ li pêşiya avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeyê kom bûn. Di çalakiyê de Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Ayşe Guzel axivî û wiha got: “Bi qetlîamên li Nisêbîn, Şirnex, Gever tên kirin, dixwazin vîna gel bişkînin.”

Di dema daxuyaniyê de girse ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, dijûn û heqaret bû sedema aloziyê. Alozî bi saya rêveberên HDP’ê ve bi dawî bû.

Li Esenyûrtê jî li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Gelek kes beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Zext nikarin me bişkînin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” qîr kirin. Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

Di çarçoveya çalakiyên “Deng bide Nisêbînê” li Taxa Gaziyê jî gel li pêşiya Mala Cemê kom bûn. Li vir Rêvebera HDP’ê Makbûle Karabûlût axivî û diyar kir ku li Nisêbînê bê ku ciwan, jin, zarok û kal guhdar bikin, her kes bi qetlîaman re hevrû ne, bang kir ku divê demildest dewleta Tirk dawî li dorpêça li ser Kurdistanê bîne.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” û “Nisêbîn Ne Bi Tenê Ye” bi dawî bû.

Rêxistna HDP’ê ya navçeya Kartalê jî li Qada Kartalê daxuiyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de pankarta “Dest nede vîn, wekîlên min! Serî natewînin” hilgirtin. Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.

Yek ji cihên ku piştgirî dayî çalakiyên Nisêbînê navçeya Zeytînbûrnû bû. Gelek kes li pêşiya avahiya HDP’a navçeyê kom bûn, dirûşmên “Bi Berxwedanê Em Ê Bi Ser Kevin” qîr kirin. Bi çepik û tilîliyan êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê protesto kirin. Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.

Li Gazîosmanpaşayê jî di pêşengtiya HDP’ê de girse li Parka Karayollari kom bû, daxwaz kirin ku êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê bi dawî bibin.

Gelek kes li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Bahçelîevlerê jî kom bûn, bi tîşortên “Deng bide Nisêbînê” li xwe kirin û heta Qada Şîrînevlerê meşiyan.

Di tevahiya meşê de bi dirûşmeyan piştgirî dan berxwedana Nisêbînê. Meş li Qada Şîrînevlerê bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

Li navçeya Kagithaneyê jî HDP’yî gel li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê kom bû, bi meşa li Nûrtepeyê li dar xistin ve bal kişandin ser qetlîamên ku li Nisêbînê pêk tên. Banga hestyariyê li raya giştî hate kirin.