Steînmeîer: Wê qedexeya PKK’ê bidome!
Steînmeîer: Wê qedexeya PKK’ê bidome!
Steînmeîer: Wê qedexeya PKK’ê bidome!
Wezîrê Karên Derve yê Almanya Frank-Walter Steînmerîer der barê nîqaşên “divê qedexeya PKK’ê rabe” ya bi têkoşîna PKK’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ ket rojevê de axivî, got ku wê qedexeya PKK’ê bidome. Steînmeîer got: “Bingeha qedexeya PKK’ê xwe dispêre dema buhrî.”
ELMANYA WÊ TEVLÎ OPERASYONA LI DIJÎ DAIŞ NEBE
Wezîrê Karên Derve yê Elmanya Frank-Walter Steînmeîer ê ku şevê din di kanala televîzyona dewletê de axivî, helwesta Elmanya ya têkildarî têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAIŞ hatiye destpêkirin ragihand. Steînmeîer diyar kir ku wê Elmanya tevlî ti operasyoneke bejahîû hewayî ya ku tê fikirîn li hember DAIŞ pêk bê nebe û wiha got: “Di vê mijarê de em ê tenê alîkariya çek dayîna hêzên ewlehiyê yên Kurdan bikin.”
Steînmeîer da xuyakirin li hemberî terorîstên DAIŞ stratejiyeke navneteweyî pêwîst dike û wiha dewam kir: “Ji bo astengkirina tevlîbûn û pereyên ji DAIŞ re diçin, tevlîbûna koalîsyona welatên Korfezê, Îran û Rûsyayê girîng e.
‘WÊ QEDEXEYA PKK’Ê BIDOME’
Wezîrê Karên Derve yê Elmanya diyar kir têkoşîna Sûriyeyê ya li hemberî DAIŞ ji ya li Iraqê hîn komplekstir e û diyar kir di vê pêvajoyê de têkildarî qedexeya li ser PKK’ê wê rabe yan na ketiye rojevê. Steînmeîer got ku sedema qedexeya li ser PKK’ê xwe dispêre demên buhrî û diyar kir wê qedexe bidome.
Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demokrat Xiristiyan- sosyal demokrat di bin Serokwezîrtiya Merkel de, Steînmeîer wiha dewam kir: “Ji ber ewlehiya canê Êzidî û Xiristiyanên li Iraqê di talûkê de wê nebe hinceta rakirina qedexeyê. Em ji bo hêzên ewlehiyê yên Kurd çekan dişînin, helwesta bê nîşankirin jî ev e.”