SPD: Eger Neû yê ji Partiya Çep nebe, em jî naçin Konyayê
Krîza serdana leşkerên Elman ên li Konyayê, ku desthilatdariya AKP'ê destûr da parlamenterên Elman ku di bin sîwana NATO de serdanê bikin, çareser nebûye.
Krîza serdana leşkerên Elman ên li Konyayê, ku desthilatdariya AKP'ê destûr da parlamenterên Elman ku di bin sîwana NATO de serdanê bikin, çareser nebûye.
Serokê Komîsyona Parastinê ya Meclîsê Wolfgang Hellmîc ê ji SPD'ê got, "Eger Tirkiye destûrê nede wekîlê Partiya Çep Alexander Neû, em ê jî neçin."
Piştî ku NATO kete dewrê, rejîma Erdogan destûr dabû, ku 7 wekîlên Komîsyona Parastinê ya Meclîsa Federal serdana leşkerên Elman ên li balafirên AWACS ên li Konyayê wezîfedar in, bikin. Alîkara Sekreterê Giştî yê NATO'yê Rose Gottemoeller wê serokatiyê ji wekîlên endamê Komîsyona Parastinê ya Meclîsa Federal re bike.
Tê plankirin ku ev serdana roja 8'ê Îlonê pêk were. Lê niha jî krîzeke din rû da ku rejîma Erdogan naxwaze endamê komîsyonê yê ji Partiya Çep Alexander Neû di nava heyetê de cih bigire. Rejîma Erdogan îdîa dike ku têkiliya Neû bi PKK'ê re heye û ji ber vê yekê divê cihê xwe di heyetê de negire. Bi vê armancê rejîma Erdogan zextê li Berlînê dike.
Serokê Komîsyona Parastinê ya Meclîsê Wolfgang Hellmîc ê ji SPD'ê got, "Neû di her şert û mercî de wê di nava heyetê de hebe." Siyasetmedarê sosyal demokrat Hellmîc ji hejmara roja Pêncşemê ya rojnameya "Frankfûrter Allgemeînen Zeîtûng"ê re axivî.
JI SPD'Ê HIŞYARIYA BOYKOTÊ!
Wekîlê ji SPD'ê hişyarî da û got, "Eger rayedarên Tirk destûrê nede Neû ê ji Partiya Çep, em ê jî neçin Konyayê." Hê ti endamê heyeta navborî zelal nebûye. Partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU, ku ji 'destûra' serdana Konyayê kêfxweş bûye, mîna demên berê, niha jî amade ye di mijara Neû de tawîzê bide.
Lê belê SPD, Partiya Çep û Partiya Keskan li dij derdikevin ku parlamenterên serdanê bikin ji aliyê NATO û Enqereyê ve bên hilbijartin. Medya Elman rexneyên berfireh kir ku destûra serdanê ji aliyê NATO'yê ve hatiye girtin û rexneya "Ev yek ew rêbaz bû ku ya divê were kirin" rexne li hikumeta Merkel girt.
Ji bo destûra vê serdanê bê dayin, hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel a ji Partiya Demokratên Xiristiyan, gelek tawîz ji Enqereyê re hatin dayin. Di destpêkê de ji bo leşkerên li balafirên AWACS ê li Konyayê bên ziyaretkirin, alên NATO'yê bi balafirên li vir ve hatin kirin. Lê belê dewleta Tirk tevî vê yekê, mîsyona NATO'yê ji nedîtî ve hat û serdana wekîlên Elman ku dihat plankirin meha Tîrmehê were kirin, asteng kir.
PARTIYA ÇEP DI MIJARA NEÛ DE BI BIRYAR E
Parlamenterê Partiya Çep Alexander Neû, piştî dayina destûrê ji ANF'ê re axivîbû û gotibû, "Hê ne zelal e ku ez ê di nava heyetê de cih bigirim yan na."
Neû dayina destûrê di ser NATO'yê re weke "lihevkirineke riziyayî" bi nav kiribû û gotibû, "Partiya min naxwaze navekî li derveyî min di heyetê de cih bigire. Eger hikumeta federal jî mîna Enqereyê bi rengekî sergirtî li dijî cihgirtina min a li nava heyetê derkeve, weke Partiya Çep em ê di nava heyetê de cih negirin."
Neû, Tebaxa 2016'an di hevpeyvîneke xwe ya li gel radyoya Deûtschlandfûnk de ji bo pirsek li ser PKK'ê ev bersiv da bû: "Li ser karên PKK'ê yên li Tirkiyeyê dikare nîqaş bê kirin ku terorîzm e yan na. Dikare qala terorîzma dewletê jî were kirin."
Wekîlê Elman ji ber vê gotina xwe bûbû hedefa rejîma Erdogan.