Sosreta dibistanên Tirk: Zaroka Êzidî li Îmam Hatîbê qeyd kirin
Derket holê, li bajarê Kirşehîr ê Tirkiyeyê, zarokeke Êzidî li dibistana îmam hatîbê hatiye qeydkirin û zext lê hatiye kirin ku serê xwe bigire, bibe misliman û nimêjê bike.
Derket holê, li bajarê Kirşehîr ê Tirkiyeyê, zarokeke Êzidî li dibistana îmam hatîbê hatiye qeydkirin û zext lê hatiye kirin ku serê xwe bigire, bibe misliman û nimêjê bike.
Zarokên Êzidî yên ku di temên xwe yên biçûk de ji ber êrîş û dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê neçar man ji cih û warên xwe koç bikin û li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi cih bûn, di dibistanên dewleta Tirk de tên asîmîlekirin. Derket holê, li bajarê Kirşehîr ê Tirkiyeyê, zarokeke Êzidî li dibistana îmam hatîbê hatiye qeydkirin û zext lê hatiye kirin ku serê xwe bigire, bibe misliman û nimêjê bike.
Zaroka Êzidî ya bi navê Pîroz Mehdî ya 12 salî ji ber êrîş û dagirkirin çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de bi malbata xwe re di temenê xwe yê biçûk de ji Şengalê koç dike û li taxa Aşikpaşa ya Kirşehîrê bi cih dibe. Zaroka biçûk Pîroz piştî ku li Kirşehîrê bi cih dibe diçe dibistaneke seratayî ku ji bo zarokên Sûriyeyî hatibû vekirin û par li vê dibistanê mezûn dibe.
'DIVÊ TU BIBE MISILMAN!'
Pîroz di serdema nû ya perwerdeyê de li Dibistana Lîseya Îmam Hatîbê ya Durdu Muzafer Marşap tê qeydkirin. Pîroz piştî ku li dibistanê tê qeydkirin tê îdakirin ku mamoste û midûrê dibistanê Osman Îşler zextê lê dike û jê re dibêjin "Divê tu serê xwe binixumîne, bibe misliman û dest bi nimêjê bike." Pîroz piştî ku li dibistanê van gotinên mamoste û midûrê dibistanê dibihîze û rastî zextan tê, dev ji dibistanê berdide û niha ji ber van polîtîkayên pişatftinê yên sosret naçe dibistanê.
Midûrê Dibistana Lîseyê ya Îmam Hatîb Dûrdû Mûzafer Marşap Osman Îşler ku me bi rêya telefonê xwe gihandin wî û der barê bûyerê de pirs jê kir, pirsa me wiha bersivand: "Em raste rast nikarin zarokên biyanî li dibistana xwe qeyd bikin. Miduriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr zarokên biyanî li dibistana me qeyd dike. Şertên dibistana me hene. Bûyerek wiha nayê bîra min. Dibe ku ev şertan ji Pîroz hatibin xwestin."
Li aliyê din dibistanên dewleta Tirk ên ku li ser pergala tekperestiyê hatine avakirin û bûne navendên pişaftinê bi heman zîhniyetê bi salan zarokên Elewî jî bi 'Waneyên Olî yên Mecbûrî' pişaftin û baweriya wan biçûk xistin.