Siyasetmedarên Kurd li çar navendên Almanyayê hatin bîranîn

Siyasetmedarên Kurd li çar navendên Almanyayê hatin bîranîn

Sê jinên Kurd ên siyasetmedar ên ku di encama komkujiya li Parîsê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan, li bajarên Ludwigshafen, Hamburg, Hagen û Kassel ên Almanyayê bi çalakiyên bîranînê hatin bibîranîn.

Meclîsa Gel a Hamburgê li Salona Dawetê ya Withouse ya li semta Nettelnburgê ji bo her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiyek bîranînê li dar xistin. Çalakiya bi beşdariya zêdetirê hezar kesî pêk hat, bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre sînevîzyona dîmenên ji jiyana Sakîne Cansiz ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Hamburgê ve hatibû amadekirin hate nîşandan.

Di çalakiyê de Parlementera Parlementoya Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemîr axaftinek kir û diyar kir ku bûyereke wiha li Ewropayê nedihat texmînkirin û bûyerek gelekdişewat e. Ozdemîr diyar kir ku gelek zor e ku mirov tişteke wiha qebûl bike û çavdêriyên xwe yên ji merasima cenaze ya li Parîsê vegot.

Cansu da zanîn ku ciwanên Kurd bawer nakin ku hukûmet ji bo hevdîtinên aşitiyê ji dil e û bal kişand ser daxuyaniya Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJKE) ku di merasima Parîsê de hatibû dayin. Her wiha Ozdemîr bal kişand ser têkoşîna her sê jinên Kurd.

LUDWIGSHAFEN

Çalakiya li Komeleya Kurdan a li Ludwigshafnê saet di 14.00’an de bi rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha, di çalakiyê de gerîlayên Kurd ên ku di meha çile de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Di çalakiyê de nivîskara Yenî Ozgur Polîtîka Meral Çîçek axaftinek kir û diyar kir ku komkujiya li Parîsê ji bo şkandina hêviyêngelê Kurd ên ji bo aşitiyê pêk hatiye û destnîşan kir ku dê gelê Kurd ji bo aşitiyê israr bike. Çîçek binê wê yekê xet kir ku divê gelê Kurd lihemberî komkujiyê têkoşîna xwe bidomînin û rêxistina xwe xurt bikin.

Çalakiya bîranînê ya ku bi beşdariya zêdetirê 300 kesî pêk hat bi dirûşimên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.Her wiha AGÎT û Partizan Mannheimê jî piştgirî dan çalakiya Kurdan.

KASSEL

Her sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin li bajarê Almanya Kasselê jî hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê li Komeleya Çandê ya Kurd a Kasselê pêk hat û gelek Kurdistaniyên ji Kassel û derdora wê tevlî çalakiya bîranînê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser girîngiya her sê jinên Kurd.

Di bîranînê de beşdaran hest û nêrînên xwe par ve kirin. Hin bîranînê hatin vegotin bû sedema kêliyên hestyar.

Di bîranînê de sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemez vedigot û ji dîmenên merasimên cenaze pêk dihat, hatin nîşandan. Çalakî bi dirûşimên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

HAGEN

Her sê jinên Kurd ên siyasetmedar û gerîlayên di meha çileyê de jiyana xwe ji dest dan, bi çalakiyekê hatin bîranîn. Di çalakiyê de gerîlayê HPG’ê Îsmaîl Sever (Welat) ku 1994’ê tevlî nava refên gerîlayan bû û 20’ê çileyê jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn.

Navenda Çanda Kurd a Hagenê ku çalakiya bîranînê têde pêk hat bi wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Îsmalî Sever hate xemilandin.

Di axaftinên hatin kirin de banga xurtkirina berxwedanê li tevahiya gelê Kurd hate kirin. Çalakî bi dirûşimên “Şehdî Namirin” bi dawî bû.