Siyaseta pirralî ya li Hewlêrê dê ji bo Kurdan çi li gel xwe bîne?

Siyaseta pirralî ya li Hewlêrê dê ji bo Kurdan çi li gel xwe bîne?

Li bajarê Hewlêr’ê manewrayên siyasî yên pirralî tên meşandin. Ji aliyekî ev e hevdîtinên MGRK û ENKS’ê didome, ji aliyekî din ve serokê koalîsyona Erebên Sunî Ehmed Cerba çû Hewlêr. Li aliyê din jî amadekariyên civîna Cenevre-2, projeya rêveberiya xweseriya demokratik didomin. Her çend agahiyên dilê Kurdan xweş dikin ji Hewlêrê tên, lê metirsî û gumanên Kurdan jî didomin. 

Kurd li Rojavayê Kurdistan him di aliyê civakî, him di aliyê siyasî, him di aliyê leşkerî û herî dawî di aliyê dîplomasî de gavên berbiçav avêtin. Lê di aliyê yekîtiya siyasî di nava partiyên siyasî de hêj gelek pirsgirêk hene. Herî dawî ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan li Hewlêr’ê di nava Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistan (MGRK), Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) hevdîtin tên meşandin. Ev hevdîtan li ser daxwaza Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Partî Demokratî Kurdistan (PDK) pêk tên. Bandoriya hêzên Kurdistanî li ser siyaseta Rojavayê Kurdistan diyar e. Ger nêzîkatiyek cuda dernekeve dê her du Meclîsên Kurd, li ser siyaseta hevpar li hev bikin, lê hêj metirsî hene. 

Metirsiya herî mezin zihniyeta deshilatiyê ye. Li Rojavayê Kurdistan şerê deshilatiyê di dema şoreşê de destpê kir û ev şerê deshilatiyê bû sedema şoreşa Rojava di asta dihat xwestin de serkeftina li gel xwe neyine. Li Rojavayê Kurdistan hêj bingehek siyasî û fizîkî ava nebûye ku şerek wek niha ji bo deshilatiyê bê meşandin. 

Hêzên Kurdî bi taybet dema mirov li helwesta ENKS’ê dinerin, em dibînin ku dixwazin bibin beşek deshilatiyê, yan jî dixwazin bibin deshilatdar. Şerek wiha didin ku di nav wê de xizmeta gel tineye. Ji ber wê jî heta niha tê gotin “em derfetên Rojavayê Kurdistan nîv nîv bikin.” Divê destpêkê ENKS’ê xwe ji wê helwestê dûr bixe. Û xwe bike hêza xizmeta Rojavayê Kurdistan wê demê dikare, cihê xwe di nava gel bi rastî bigre. 

Ji aliyekî din ve xwe ji hinceta ku “ PYD’ê nahêle em kar bikin” dûr bixin. Ev siyaset di dema niha de, ji aliyê gelê Kurd yê Rojava ve nayê pejirandin. Îro kî dixwaze xizmeta gelê Kurd li Rojavayê Kurdistan bike, ji bo herkesê derfet hene. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo xizmeta gelên Rojavayê Kurdistan bikin. Lê ENKS  bêje em ê deshilatiya Rojavayê Kurdistanê bikin, wê demê tê xuya kirin ku ne ji bo berjewendiyê gel, ji bo berjewendiyê xwe yên siyasî tevdigere, ku heta niha wiha tevgeriya. ENKS bi rastî dixwaze xizmeta gelê Kurd bike, divê xwe ji zihniyeta deshilatdariyê xelas bike, fikra xizmetê ji xwe re bingeh bigre. 

Civîna Cenevre-2 ji bo Kurdan mijarek girînge, lê ne mijara hebûn û tinebûnê ye. Hêzên wek DYA û Rûsya ev demeke dixwazin civînê lidar bixin. Lê ji ber kiyê beşdarî civînê bibe û rewşa opozîsyona Erebên Sûnî ne zelal bû, ev civîn pêk nedihat. Kurd ev demeke, herî kêm aliyekî Kurdan dibêje em ê wek şandeyekî serbixwe Kurdî beşdarî civînê bibin. Di demek ev mijar bi her alî ketibû rojevê de ENKS’ê ket nava Koalîsyona Erebên Sûnî, wek Koalîsyona Niştimanî Sûriyê tê naskirin. Ev jî bû pirsgirêkek ji bo Rojavayê Kurdistanê. 

Di demek hevdîtinênHewlêr’ê de MGRK û ENKS li ser civîna Cenevre-2 li hevkirin ku bi yek şande û serbixwe beşdar bibin, serokê koalîsyona Sûniyê Ereb Ehmed Cerba serdana Hewlêr’ê kir û bi Barzanî û nûnerên ENKS’ê re hevdîtinan kir. Xuya ye ev hevdîtinin bi armaca hilweşandina lihev kirina MGRK û ENKS’ê pêk hat. Piştî van hevdîtinan ENKS'ê daxuyaniyek derxist û gazinê xwe ji Koalîsyonê kir û diyar kir Koalîsyon bê wan biryaran li ser civîna Cenevre-2 digrin. Ev jî dide xuya kirin ku rola ENKS’ê di nava koalîsyona Erebên Sûnî di çi astê de ye. 

Niha hin çavdêrên siyasî dibêjin hatina Cerba di demek wiha de ji bo Hewlêr’ê him ji aliyê Koalîsyonê destwerdana civînên MGRK û ENKSê, him jî ENKS’ê bi vê hatinê dixwaze ji bo xwe menevrake siyasî bikar bîne. Ku berî niha ENKS’ê menavrayên siyasî ji bo berjewendiyê xwe yên teng kiribû. 

Hin rastiyên hene: 

Ger ENKS’ê piştî wan hevdîtinan jî, bi taybet li ser daxwaza PKK û PDK pêk hatin, hêj di nava Koalîsyoana Niştimanî (erebên sunî) Sûriyê biçe civîna Cenevre-2 wê ji bo wan wendayekî mezin be. 

Ger di nava Koalîsyoan Erebên Sunî Sûriyê biçin ji niha ve aşkera ye ku nikarin dosya ya Kurdî têxin rojeva civînê. 

Ger ENKS’ê di nava Koalîsyona Erebê Sunî de biçin û Kurd jî wek şandek serbixwe biçin, êdî rewabûna ENKS’ê di kolanên Rojavayê Kurdistanê de namîne. Niha rewşek wiha heye. 

Mijarek din jî rewşa Desteya Bilind a Kurd e. Par dema Deste hate avakirin, bi armanca rêveberiyekî hevbeş ji bo Rojavayê Kurdistan bê avakirin bû. Lê di roja me de êdî Deste nikare Rojavayê Kurdistanê bi rêve bibe. Çinkî Rêveberiya Rojavayê Kurdistan bê ku nûnerên din ên pêkhateyên din beşdar nebin, dibe nebe. Ger bibe, ew nabe demokratîk.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êdî ji bo Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek nû ye û ji bo Rojavayê Kurdistanê ya herî demokratîk e.

Desteya Bilind ya Kurd nûnertiya Kurdan ji bo cîhanê û Rojavaya Kurdistanê ye. Nabe bibe rêveberiya Rojavayê Kurdistanê.  

Ger, ENKS’ê ji nû ve di nava xebatên Desteya Bilind Kurd cihê bigre û di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratik cihê xwe negre, wê demê di erdê de wateya Desteya Bilind Kurd namîne. 

Piştî di encama civînên 3 rojan Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) hevdîtinên bi Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) piştî di mijara civîna Cenevre 2 bi yek şandeyek beşdar bibin û geş kirina karê û xebatên Desteya Bilind ya Kurd li hevkirin, ji bo rojek hate paşve xistin. Niha ENKS’ê dinav xwe de beşdarbûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dinav xwe de nîqaş dike. Lê hêj civînan dîsan despê nekirine. Lê ger beşdarî rêveberiyê nebe, li hevkirinin yên din wê di erdê de cihê xwe negre. 

Niha Kurd hêj bi gumanên ka wê di encama civînên Hewlêrê dê çi li gel xwe bîne.