Sirri Sureyya Onder: Êdî dema şoreşê ye!

Parlementerê HDP’ê Sirri Sureyya Evren di danasîna namzetên Enqereyê de axivî. Onder got “Êdî dema şoreşê hatiye.”

Rêxistina Enqereyê ya HDP’ê ji bo danasîna namzetên Enqereyê li Navenda Hunerên Hemdem civînek li dar xist. Rêveberên HDP’ê, nûnerên partiyên siyasî, platform, rêxistin û komeleyan tevlî civînê bûn.

AYTEMÛR: HÊRSA ME EW Ê DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE BITEQE

Hevseroka bajêr a Enqereyê ya HDP’ê Nûr Aytemûr û Halîl Yildiz di civînê de axivîn. Aytemûr di civînê de got ku, “Di bin şertên faşîzmeke giran de, hilbijartina 24’ê Hezîranê tê lidarxistin. Gelê Kurd, jin û ciwan hatin tasfiyekirin. Êdî dem hatiye ku mirov bibêje êdî bes e. Gelên mazlûm, bindest, kedkar û karker, akademîsyenên aştîxwaz, jin û ciwan êdî hemû dibêjin ‘TAMAM.’ Ew ê hersa gelê Tirkiyeyê êdî biteqe. Em sozê didin Dayîka Taybet, dayîkên Şemiyê û dayîkên Aştiyê, em sozê didin Ekîn Wan, Alî Îsmaîl û sozê didin hemû kesên ku di teqînên Enqere û Sirûcê de hatine qetilkirin.

ONDER: DEMA ŞOREŞÊ YE

Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî got “Di vê astê de rêhevalên me yên şehîd û girtî jî û rêhevalên me yên ku piştgiriya me dikin, gelekî zêde bûne. Ev jî tê vê wateyê ku dema şoreşê hatiye.

NAMZET

Piştî axaftinan navê namzetên parlementeriyê yên HDP’ê yên Enqereyê yek bi yek hate xwendin. Namzetên Enqereyê ev kes in: Fîlîz Kerestecîoglû, Eşref Kîraz, Emîne Kaya, Îshak Kocabiyik, Ceren Şîmşek, Cennet Avci, Ceyhûn Akin, Dîlek Erturk, Ebru Demîr, Remziye Guçlu, Erdal Ataş, Nûray Turkmen, Îstek Ûsalp, Vahîde Uldu, Haydar Aksal, Îpek Gur, Nûrhayat, Mûstafa Demîr, Nîlgun Yilmaz, Rojan Mamo, Vahyedddîn Batûr, Omer Çelîk, Velî Saçilik, Nazim Karakûrt, Şehriban Leyla Çetînbaş, Haydar Ustundağ, Hulya Firat, Mehmet Zarîf Kesîcîler, Fatma Koçyîgît Oner, Îsmet Yalçinkaya, Hulya Sönmez Aytekîn, Fatma Kiziloz, Îlyas Kûrt û Yîgît Ozturk.