Şirnex li pêş çavên her kesî tê xerakirin
Serokê ÎHD'ê yê Şirnexê parêzer Emîrhan Ûysal da xuyakirin, ku Şirnex li pêş çavan tê xerakirin û ev bang kir: "Bêyî dereng bibe, xwedî li Şirnexê derkevin."
Serokê ÎHD'ê yê Şirnexê parêzer Emîrhan Ûysal da xuyakirin, ku Şirnex li pêş çavan tê xerakirin û ev bang kir: "Bêyî dereng bibe, xwedî li Şirnexê derkevin."
Li Şirnexê, ji 14'ê Adarê û vir ve, ji ber dorpêçiya dewletê gelê Kurd mexdûr e. Li bajêr qedexeya derketina derve dewam dike û xanî bi rengekî bê ûsil tên xerakirin. Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Şirnexê parêzer Emîrhan Ûysal rewşa heyî ya Şirnexê weke 'Bajarê xeyalet' pênase dike. Ûysal da xuyakirin, ku ji bo qedexeya derketina derve ya li Şirnexê bê rakirin, divê zexteke raya giştî bê kirin û anî ziman, bi hezaran mirovên ji ber qedexeyê koç kirine, bi hêviya ku rojekê li malên xwe vegerin, li gundên di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin, bi cih bûne. Ûysal destnîşan kir, ku Şirnex a ji 70 hezar kesî, li pêş çavan tê xerakirin û got, "Bêyî dereng bibe, divê her kes xwedî li Şirnexê derkeve."
LI GUNDÊN DI SALÊN 1990'Î DE HATIN XERAKIRIN Û ŞEWITANDIN, LI XERAKIRINA MALÊN XWE TEMAŞE DIKIN
Rojeva sereke ya gelê Şirnexê, rakirina dorpêçiya dewletê ya li ser bajêr e ku ji 14'ê Adarê ve dewam dike. Bi hezaran mirovên ji bajêr koç kirine û li bajarok û gundên li derdorê bi cih bûne, li benda vegera li malên xwe ne. Lê belê taxên bajêr bi rengekî bê ûsil tên xerakirin.
Serokê ÎHD'ê Şaxê Şirnexê Emîrhan Ûysal ê li Şirnexê ji dayik bûye û li vir mezin bûye, da zanîn, ku gelek zilm li gelê Şirnexê hatiye kirin, lê mîna vê carê mexdûriyeteke mezin lê nebûye. Ûysal anî ziman, gelê Kurd ê hewl dide taxên xwe neterikîne, li gundên di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin bi cih bûne û got, "Ji ber ku naxwazin Şirnexê biterikînin, mirov niha li xaniyên banê wan jî nîne, dijîn. Li gundên lê ne, li temaşekirina malên xwe yên li bajêr temaşe dikin."
LI XANIYÊN WAN DIZIYÊ DIKIN Û PIŞTRE XANIYAN XERA DIKIN
Ûysal da xuyakirin, ku ji bilî karsaz, kesên dewlemend û b torpîl ên xaniyên wan xera nebûne, destûr nayê dayîn kes bikeve nava bajêr û diyar kir, bajar niha veguheriye 'bajarê xeyalet'.
Ûysal ragihand, mirovên mirin dane pêş çavên xwe û bi rê û rêbazên cuda xwe gihandine bajêr, vê carê nikarin xwarinê peyda bikin û got, "Mirovên karîne vegerin malên xwe, ji bo karibin derkevin derve û biçin marketê ji xwe re tiştekî bikirin, neçar in li nûmaraya 155 bigerin û agahiyê destûrê bixwazin. Eger polîs destûrê bidin, hingî dikarin biçin ji xwe re tiştekî bikirin. Eger destûrê nedin, birçî dimînin. Ji xwe dema mirov diçin cihê ekîbên dewletê yên xaniyan xera dikin, hingî yekser tên kuştin." Ûysal diyar kir li taxên Gazîpaşa, Yeşîlyûrt, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenîmahalle, Bahçelîevler, Şehrînûr û Dîcleyê xanî her tên xerakirin û da zanîn, di bin navê "cihê bi rîsk" de ekîbên dewletê ne tenê xaniyên mirovan xera dikin, di heman demê de li malên welatiyan diziyê dikin. Ûysal diyar kir, ev ekîbên xerakirinê bi fîrmayên taybet ve girêdayî ne û got, "Hem xaniyên mirovan talan dikin, hem jî xera dikin."
'BÊYÎ DERENG BIBE, XWEDÎ LI ŞIRNEXÊ DERKEVE'
Parêzer Ûysal anî ziman, ku ji bo rakirina qedexeya 6 meh in li Şirnexê dewam dike wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan e, lê belê dadgehê ev serlêdana wan red kiriye û ji ber vê yekê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane. Ûysal da xuyakirin, ku ev 3 meh û nîv in li benda bersiva DMME ne. Ûysal destnîşan kir, bajarekî ji 70 hezar însanî li pêş çavên her kesî tê xerakirin û anî ziman, bêdengiya li pêşberî vê rewşê ne ya qebûlkirinê ye. Parêzer Ûysal diyar kir, ku li cihên bûyer neqewimîne jî xanî tên xerakirin û got, lazim e ev rewş bê sekinandin.
Serokê ÎHD'ê Şaxê Şirnexê bibîr xist, ku gelê Şirnexê êşa Silopiya, Cizîr, Hezex, Nisêbîn û Şirnexê ya ji ber dorpêçiyê ji dil ve hîs dike û ji bo dorpêçiya li van navçeyan jiyan sekinand. Ûysal gazin kir, ku heman hesasiyet ji bo Şirnexê nayê nîşandan. Parêzer Ûysal wiha dewam kir: "Weke Şirnexî me hewl dan bibin dermanê her kesî. Lê dema ferman li me rabû, kesî deng dernexist." Ûysal destnîşan kir, ku ev yek xiyaneta li mirovahiyê ye û xwest, bêyî dereng bibe her kes xwedî li Şirnexê derkeve.