Serxwebûn bi manşeta 'Gerîla bi ruhê 15'ê Tebaxê dîrokê dinivîsîne' hate weşandin

Hejmara 512'an a kovara Serxwebûnê bi manşeta 'Gerîla bi ruhê 15'ê Tebaxê dîrokê dinivîsîne' hate weşandin.

SERXWEBÛN

Serxwebûnê di vê hejmara xwe de cih da nivîsa bi sernavê "Pênasekirina rast a jiyana li Rojhilata Navîn" ku ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate amadekirin. Di nivîsê de tê destnîşankirin ku jiyana civakî divê weke pênaseya bingehîn a hemû zanistiyan bê destnîşankirin, lê belê heta niha nehatiye fêhmkirin.

Di nivîsa "Bi ruhê serketinê û pêngava 15'ê Tebaxê em şer bikin û wezîfeyên sala 41'ê bi ser bixînin" a Komîteya Rêveber a PKK'ê de hate gotin, "Pêngava 15'ê Tebaxê bi çalakiyên gerîla yên li Dihê û Şemzînanê hatibe destpêkirin jî pêngaveke hevgirtî ye, ji aliyê îdeolojîk, siyasî, rêxistinî, civakî û leşkerî ve têkoşîna azadiyê ya Kurdan temsîl dike." Di nivîsê de işaret bi roleke cuda ya Pêngava 15'ê Tebaxê tê kirin û tê gotin, "Biryara Berxwedanê ya dîrokî ya ku Berxweedana Zindanê ya Mezin a 1982'an wergirt, derbasî têkoşîna îdeolojîk, leşkerî û siyasî hate kirin û veguherî zanebûn, rêxistinî û çalakiya civakî."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di gotara xwe de ya bi sernavê "Em ruh, xet, fedaîtiya Pêngava 15'ê Tebaxê rast fêhm bikin, di sala 41'emîn de bi serketinê tacîdar bikin" hate weşandin, tespîteke bi vî rengî kir, "Pêngava 15'ê Tebaxê tevgereke ronakbîriyê ye, pêngavê li ser bingeha xeta şoreşgerî wezîfe danî pêşiya her kesî, ji bo mirovên ku beriya pêngavê di rewşeke xumamî û bêhêvî de bûn hem ji aliyê ferasetê hem jî ji aliyê çalakiyê ve xeta rast nîşan da."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok jî di gotara xwe de ya bi sernavê "Bi ruhê Egîd 15'ê Tebaxê" hate weşandin, fermandar Egîd bi van gotinan nirxand, "Bi Mahsûm Korkmaz re diyalektîka pêşketinê hebû. Hevrê Egîd her kêmasî dikir hinceta serketinê, her serketin jî dikir wesîleya serketinên nû. Ev yek rêbaza wî bû." Sabrî Ok got, "Rêber Apo ji bo hevrê Egîd got, 'Ew bersiva herî esîl a li dijî hewldana vemirandina hêviya jiyanê ya li çiyê bû'."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di gotara xwe de ya bi sernavê "Li Kurdistanê paşeroja civaka Êzidî tenê bi fikrên Rêber Apo dibe" hate weşandin, destnîşan kir ku pêngava ku Tevgera Azadiyê di 3'ê Tebaxê de bi taybetî li dijî êrişên li ser Şengalê û tevahiya Rojhilata Navîn da destpêkirin, bi qasî Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an bi rûmet û dîrokî bû.

Di nivîsa Serxwebûnê ya vê hejmarê de ku Xelîl Poyraz nivîsand, bi sernavê "Aborî di rastiyê de komunal û civakî ye" hate weşandin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk jî di gotara xwe de ya bi sernavê "Di nava tevgera Apoyî de rexnekirin û rexnedayin' hate weşandin, qala nêzîkatiya Rêber Apo ya li sosyalîzmê, nêzîkatiya li meyla îdeolojîk û siyasî ya Mahîr Çayan kir.

Botan Tekîn jî di beşa sêyemîn a gotara xwe de ya bi sernavê 'Di sedsala duyemîn de xwedubarekirina dewleta Tirk a mêtinger û qirker' hate weşandin, tespîta wê yekê kir ku hikumeta AKP-MHP'ê bi nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû dixwaze Plana Şark Islahat û Takriri Sukûn nû bike, bi qanûna sîxuriya bi bandor jî hewl dide civakê bitepisîne û bike sîxur.

Di bergê dawiyê yê kovarê de rojnamevanên şoreşger ên meha Tebaxê şehîd bûn Rosîda Mêrdîn, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn big otina 'Şehîd sembola dilê gel e' hatin bîranîn.