Şervanê YPG’ê Keskîn hate defnkirin

Şervanê YPG’ê Keskîn hate defnkirin

 Şervanê YPG'ê Ahmet Keskîn (Rênas Dogan) ku di şerê bi çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Seyhana Edeneyê hat definkirin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku ji 15'ê Îlonê vir ve didomin û di şerê bi çeteyan re gerîlayê YPG'ê Ahmet Keskîn (Rênas Dogan) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Keskîn şevê din anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û ji wir jî ber bi Edeneyê ve hat birêkirin. Di seatên serê sibê de cenazeyê Keskîn li ser rêya otobanê ji hêla hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Keskîn birin mala wan a li Taxa Levent a Yuregîra Edeneyê. Girseyê cenazeyê Keskîn li ser milê xwe kirin û ji bo wecîbeyên olî birin Mizgefta Hîcretê û ji wir jî ji bo definkirinê birin Goristana Kuçukoba ya Seyhanê. Girse di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û bênavber dirûşmayên "Bijî berxwedana gel" û "PKK gel e gel li vir e" berz kirin.

Cenazeyê Keskîn li goristanê bi xwendina sirûdan hat definkirin. Piştî merasîma definkirinê Serokê DBP'a Edeneyê Ugur Bayrak axivî. Bayrak diyar kir ku Keskîn bi sekna xwe ya birûmet canê xwe ji bo azadiya gelê Kurd feda kir. Bayrak li ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha got: "Em jî ji bo vê hêza mezin fêm bikin û tiştên jiyane hîs bikin wekî gelê Edeneyê seferber bibin."

Piştî axaftinan welatiyan bi girseyî çûn sersaxiya malbata Keskîn ê ku li Taxa Leventê dijîn û ji malbatê sersaxî xwestin.