Serokwezîrê Tirk Yildirim ji leşkeran re got: Em hatine dorpêçkirin
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim çû serdana leşkerên ji gerîla derban dixwin. Yildirim li vê derê li xwe mikur hat ku ew hatine dorpêçkirin û derb li wan tê xistin.
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim çû serdana leşkerên ji gerîla derban dixwin. Yildirim li vê derê li xwe mikur hat ku ew hatine dorpêçkirin û derb li wan tê xistin.
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ji bo moralê bide artêşa Tirk a derbên giran ji gerîla dixwin, çû serdana leşkeran. Li cem Yildirim, Alîkarê Serokwezîr Nûrettîn Canîklî, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû jî hebûn. Yildirim duh bi şev 2. Fermandariya Sînor a Çelê ziyaret kir û leşkeran re axivî.
Yildirim ji leşkeran re got, "Weke hikûmetê, pêwîstiya we bi çi hebe em amade ne, bi cih bînin. Wezîfeya me ya sereke ye ku di van operasyonan de em moralê we bilind bikin."
Yildirim da xuyakirin, ku ew di şer de zehmetiyan dikişînin û got, "Em hatine dorpêçkirin".
Yildirim her wiha ragihand ku êrîş li wan tên kirin û herêm ji bin kontrola wan derketine û got, "Ji bo êrîş li we neyê kirin, çi tedbîrên hebin em digirin. Bi taybetî, şert e ku ji vê têkoşînê encamek bê girtin. Di vî warî de me dest bi karekî berfireh kirine. Di demeke kurt de em ê van cihan kontrol bikin."