Serokên baroyan wê meşa xwe bidomînin

Biryardariya serokên baroyan bi ser ket. Wê meşa ber bi Enqereyê dewam bike.

Serokên baroyan ku li dijî hewldana desthilatdariya AKP-MHP'ê ku dixwaze darbeyê li parêzeriyê bike, dest bi meşa parastinê kirin, lê li ketina Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Serokên baroyan ji doh serê sibehê ve li ser rêya Eskîşehîr çalakiya rûniştinê dikirin. Biryardariya serokên baroyan bi ser ket û wê meşa xwe bidomînin.

Serokên baroyan wê ji devera ku lê ne bi qasî 200 metreyî meşeke sembolîk bikin û derbasî nava Enqereyê bibin. Piştre jî bi otobusan heta Tandoganê biçin.

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Metîn Feyzîoglû ku alîgirê AKP-MHP'ê ye wê tevlî meşa serokên baroyan neyê kirin.