Serokê YSK’ê derbarê encamên hilbijartinê daxuyanî da

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven derbarê encama hilbijartina li Stenbolê ya ku hatibû dubarekirin û derbarê pêvajoya îtîrazê daxuyanî da.

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven derbarê encama hilbijartina li Stenbolê daxuyanî da ya ku di 23’ê Hezîranê de hatibû dubarekirin.

Guven derbarê hilbijartinê got ku “8 milyon û 925 hezar û 63 hilbijêran deng dane û 178 hezar û 599 deng hatine betalkirin. Rêjeya tevlîbûnê hilbijartinê jî 84,5 ji sedî ye. Ekrem Îmamoglû 4 milyon û 741 hezar û 868 deng stendiye, ev jî dike 54.21 ji sedî. Bînalî Yildirim jî 3 milyon û 935 hezar û 453 deng stendiye û ev jî dibe 44.99 ji sedî.”

Guven derbarê pêvajoya îtîrazê jî got ku “Roja Sêşemê heta saet 15.00’an dikarin ji bo îtîrazê serî li desteya hilbijartinê ya navçeyan bidin. Îtîraz ji bo desteya hilbijartinê ya bajêr jî heta roja Înê saet 17.00’an dikare were kirin. Serlêdana îtîrazê ya ji bo Desteya Hilbijartinê ya Bilind jî wê herî dawî were kirin.”