Serokê Komîsyona Qilabanê: Dibe Fermandariya Giştî ferman dabe

Serokê Komîsyona Qilabanê: Dibe Fermandariya Giştî ferman dabe

Serokê Komîsyona Jêr ya Qilabanê ya Meclisê, parlamenterê AKP’ê Îhsan Şener di derbarê komkujiya Roboskiyê de axivî û got dibe ku ferman ji aliyê Serokatiya fermandariya Giştî ve hatibe dayîn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di raporê îfadeya ‘ Rêbaza hiyerarşî ya ku di operasyona derveyê sînor de hatiye bikaranîn, pêk hatiye”. Li gorî prosedurê, kesê divê ji bo operasyona derveyê sînor destûrê bide Serokwezîre. Lê di derbarê vê de nirxandin di raporê de cih nagire.

Serokê Komîsyona Jêr ya Qilabanê ya Meclisa Tirk Îhsan Şener ji ber ku rapora amade kiribû aşkera nekir hat rexnekirin. Ji Şener daxuyaniyek kurt hat.

Şener wiha got: “Di bûyerê de qestî tuneye şaşî heye. Dibe ku Fermandariya Giştî ferman dabe. Femandariya Giştî hemû belge bi me re parve kir.”

Daxuyaniya Şener di derbarê navaroka raporê de agahiyê dide. Li gori agahiyên hatine girtin di rapora ku mijara gotinê ye de, ferman dibe ku ji aliyê serokatiya Fermandariya Giştî ve hatibe dayîn.

Her wiha di raporê de îfadeya ‘ Rêbaza hiyerarşî ya ku di operasyona derveyê sînor de hatiye bikaranîn, pêk hatiye’ balê dikişîne. Li gorî prosedurê, kesê divê ji bo operasyona derveyê sînor destûrê bide Serokwezîre. Di vê rewşê de berpirsê komkujiyê Serokwezîr Erdogane. Lê di derbarê vê de nirxandin di raporê de cih nagire.

Di rapora komîsyonê de tê îdiakirin ku, di komkujiyê de qestî tune ye, şaşî heye û tê gotin ku şaşiyeke bi xelek heye. Di raporê de wiha tê ogtin: “Ji ber ku Kurd bûn nehatine kuştin. Ji ber ewlehiya sînor ewlehiya taybet mijara gotinê bû.

Encama beşa raporê hêj nehatiye nivîsin. ji bo vê dê li bende civîna komîsyonê bimînin. Hinceta paşvexistina aşkerakirina raporê jî wiha ye: Armanc ev bû ku di salvegera Komkujiyê de ji bo hin armacên siyasî neyê bikaranîn.”