Serokê DMME'ê: Mafê Ocelan tê binpêkirin

Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AİHM) Raimondi diyar kir ku tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye.

Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (AİHM) Guido Raimondi di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de bersiv da pirsa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ev 5 sal in bi parêzerên xwere hevdîtin nake û wiha got: "Ev rewş dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropaye ku xala 34 bin pê dike."

Raimondi diyar kir ku nehiştina hevdîtina bi parêzeran re û astengkirina hevdîtinan madeya 34 ya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê îxlal dike.

Di daxuyaniya çapemeniyê de jî li ser êrîşên qirkirinê yên li ser Bakurê Kurdistanê û nerazibûnên dijî vê rewşê, her wiha bêbersiv mayina serlêdanan ya ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji anî rojevê.

Di beşeke girîng a daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser serlêdanên ji Tirkiyê hatîn û yên bêne kirin jî.