Serokê CHP'yî li gel 13 rêveberên xwe biryar tev li BDP'ê dibe

Serokê CHP'yî li gel 13 rêveberên xwe biryar tev li BDP'ê dibe

Serokê Rêxistina CHP'ê ya Midyadê Zeynî MeteSerokê, bi 13 rêveberên xwe re îstîfa xwe kir. CHP'yiyên ku îstîfa kirin deklere kirin ku ewê derbasî BDP'ê bibin. 

Serokê Rêxistina CHP'ê ya Navçeya Midyadê Zeynî Mete, bi 13 rêveberên di desteya rêveberiya partiyê de cih digirin, li avahiya partiya xwe bi civîneke çapemeniyê îstîfa xwe aşkera kirin. Di civîna ku biryara îstîfayê hate dayîn de, Mete diyar kir ku ew ji 2001'an ve endamê Rêxistina CHP'ê ya Mîdyadê ne. Mete, wiha got: "Partiya me CHP li herêma me ya ku ev 30 salin xwîn û rondik tê rijandin, ligel ku tu alîkarî neda pêvajoya çareseriyê, li hember pirsgirêkên gelê me jî bê eleqedar ma. Em pêvajoya aşitiyê ji dil destek dikin. Ji ber vê yekê jî em ji CHP'ê îstîfa dikin."

Mete, da zanîn ku ew wek e rêveberên îstîfa kirine bi malbata xwe re di 22'ê îlonê de derbasî BDP'ê bibin. Mete, sedema biryara derbasî BDP'e yê bûne dane jî wiha vegot: "Ji ber BDP ji guherîn û veguherînê re êdî vekiriye, zêdetir demokrat e, ji ber alîkariyê daye aşitiyê em dê di BDP'ê de siyasetê bikin." 

Mete û 13 endamên desteya rêveberiyê, daxwaznameya xwe ya îstîfayê ji Navenda Giştî ya CHP'ê re şand in.