Serlêdana parêzeran a hevdîtina bi Ocalan re cara 722’an jî hate redkirin

Serlêdana 722’an a parêzeran a ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne, dîsa ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sevda Aydin, Umît Dede, Bayram Kaval û Denîz Yildiz ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin, serê sibê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daxwaza hevdîtinê ya parêzeran red kir. Bi vê redkirinê re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev bû 722 car daxwaza hevdîtinê ya parêzeran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tên redkirin.