Nûçeya Lezgîn: Li Îmraliyê hevdîtinên bi wesîleya cejnê

Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin

Serlêdana Parêzera a cara 762’emîn a ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Rêzan Sarica, Muharrem Şahîn û Newroz Uysal bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditinê bikin cara 762'yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê serlêdan red kir.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên Ocalan 762 caran serlêdan kirin û hemû serlêdanên wan bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Rewşa hewayê nebaş e", "Personel tune ye" û "Rewaş Hewayê heye" hatin redkirin.