Serlêdana malbata Ocalan a ji bo cejnê hate redkirin

Serlêdana malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ya ji bo hevdîtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate redkirin.

Xwişk û birayên Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan, ji bo bi wesîleya cejnê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdan malbatê hate redkirin.

Malbat û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê jî, ji bo hevdîtinê bi wesîleya cejnê bikin, serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Di heman demê de serlêdana van jî hate redkirin.

Di serlêdanê de hat gotin, "Di navbera 28'ê Tebaxê û 4'ê Îlonê de, di rojeke guncaw de em dixwazin bi wesîleya cejnê hevdîtinê bikin."

Serdozgeriyê daxwaza malbatan, li gorî hejmara 5275 Kanûna Derbarê Înfaz û Tedbîrên Ewlekarî û Ceza bi hinceta “Sînordarikirina derbarê hikûmxwarina’ hatiye redkirin.