Serlêdana ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd careke din nehate qebûlkirin

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din nehate qebûlkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serlêdan bi hinceta qedexeya 6 mehan a hevdîtinê nehate qebûlkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta 'nexşeya rê' ya ku Ocalan di sala 2009'an de ji bo parêznameyê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, di 23'ê Îlona 2020'î de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.