Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re nehate qebûlkirin

Serlêdana hevdtînê ya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Imraliyê dîsa nehate qebûlkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Bi Ewlehiya Zêde ya Imraliyê tecrîda mitleq li ser heye, bibînin, serlêdana xwe kirin.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Her wiha malbatên sê girtiyên din ên li Imraliyê yên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Weysel Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hev bibînin serlêdan kirin. 

Serlêdana malbatana nehate qebûlkirin. Weke beriya niha bi hinceta 'sînordariyên têkilî cezaxwariyan' nehiştin destûra hevdîtinê nedan.

Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an ve cara pêşî 12'ê Çile birayê xwe Mehmet Ocalan dîtibû. Piştî greva birçîbûnê destûr dabûn ku ev hevdîtin pêk were.

Parêzerên Ocalan Pêrşemê cara 792'an ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Ev serlêdan jî nehate qebûlkirin.

Ji 27'ê Tîrmeyha 2011'an ve dewleta Tirk nahêle ku Ocalan parêzerên xwe bibîne.