Serlêdana hevdîtina malbatê ya ji bo Ocalan hate redkirin

Serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê cara 72’an jî hate redkirin.

Serlêdana hevdîtinê ya Memet Ocalan û Fatma Ocalan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi rêya parêzeran ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin, hate redkirin. Her wiha serlêdana malbatên girtiyên din ên bi navê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ya bi rêya parêzera hate redkirin.

Daxwaza parêzeran a bi hinceta ‘Sînordarkirina ji bo mafê hikûmxwariyan” ji aliyê dozgeriyê ve hate redkirin.

Daxwaza hevdîtina malbatan a ji dîroka 11’ê Îlona 2016’an û vir ve ev bu cara 72’an tê redkirin.