Şerîk: Hewl hat dayîn ku hesreta ji bo aştî, demokrasî û azadiyê jî bê qetilkirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk got ji bo xwedîderketina bîranînên kesên ku di komkujiya 10’ê Cotmehê de hatine qetilkirin pêwîst e têkoşîn bê mezinkirin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk got ji bo xwedîderketina bîranînên kesên ku di komkujiya 10’ê Cotmehê de hatine qetilkirin pêwîst e têkoşîn bê mezinkirin.
‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DEWLETA AKP’Ê WEZÎFEYA TEVAHÎ CIVAKÊ YE’
Şerîk di yekemîn salvegera Komkujiya Mîtînga Aştiyê ya 10’ê Cotmehê de şehîdên aştî û demokrasiyê bi bîr anî, destnîşan kir ku kedkarên ku daxwaza ked, aştî û demokrasiyê dikirin li ber Gara Enqereyê ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê yên li ber destê AKP’ê hatine mezinkirin hatine qetilkirin..
Şerîk bi bîr xist ku di wê qetlîamê de zêdetirî 100 kedkarî jiyana xwe ji dest daye, bi sedan jî birîndar bûne, wiha dewam kir; “Salek di ser qetlîamê re bihurî. Lê ew hovîtiya dema ku kedkaran li qadê bi gotina stranan û gerandina govendê daxwazên xwe tanîn ser ziman, pêk hat hê di hafizayan de nû ye.
Erê ne tenê bîranîna qetlîama 10’ê Cotmehê. Yên ku 10’ê Cotmehê êrîşî kedkaran kirin, îro jî heman êrîşan didomînin. Lewre jî, dîmenê dema ku kedkarên hatin qetilkirin li ber sikratê bûn û êrîşên îro li ser kedkaran, bi copan, binçavkirinan û girtinan çûyina ser kedkaran, tevahî di nav hev de ne. Ev, dibe nîşane ku ka wê kedkar çawa ji bo hevrêyên xwe yên di qetlîma 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bibe bersiv. Bi vê qetlîama 10’ê Cotmehê ve hewl hatiye dayîn ku hesreta kedkaran a ji bo aştî, demokrasî û azadiyê jî bê qetilkirin.”
Şerîk diyar kir ku bi êrîşa li dijî kedkaran ve peyama “Eger hûn bi van daxwazan dewam bikin, biryarbûna xwe ya têkoşînê bidomînin, em ê jî bi heman şêwazî berê xwe bidin we” hatiye dayîn, wiha pê de çû; “Dewleta AKP’ê îro jî pêdiviyên wê peyamê bi cih tîne. Bi hezaran kedkar ji kar kirin. Di nav de bi sedan binçav kirin, girtin. Ev jî rastiyê datînê holê ku ka dewlet di roja me de li dijî kedkarên ku ji bo hevalên xwe yên ku di qetlîama 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane çawa êrîş dike. Helbet divê encam ji vê bên derxistin. Encama esasî jî ew e ku wek pêwîstiya girêdana bi şehîdên 10’ê Cotmehê çawa heta îro di têkoşînê de israr çêbû, bi heman israr û biryarbûnê ve bi domandina têkoşînê xwe nîşan dide.
Ji ber dewleta AKP’ê dîktatoriya herî faşîst a mêtinger a li Tirkiyeyê pêk tîne. Bi tevgerandina tevahî hêzên di dest xwe ve, dibêje ‘piştî min tofan e’ û hewl dide kî li pêşiyê hebe derbas bike. Wek parçeyekî vê jî berê xwe dide kedkaran. Dibe ku wek astengiya herî sereke jî kedkar dîtibin. Lewre jî êrîşên li dijî kedkaran îro gihandiye astên gelekî dijwar.
Pêwîst e kedkar encamê ji vê derxin û têkoşîna xwe ya pêvajoya pêş li gor vê bimeşînin. Eger wê teslîmbûyin û jiyanek bêrûmet qebûl nekir, divê li gor wê jî tercîhên xwe yên jiyana bi rûmet deynin holê. Di pêvajoyek wisa de jî berevajî polîtîkayên dewletê, divê kedkar di navbera xwe de yekbûnê hê zêdetir bikin. Jixwe dewlet jî dixwaze rêxistinî, yekbûna kedkaran parçe bike. Eger dewleta AKP’ê vê bi ser bixîne, wê demê ji bo hedefên xwe yên faşîst jî wê mesafeyek girîng bi dest bîne. Lewre jî kedkar ne tenê ji xwe berpirs in.”
Şerîk diyar kir ku dewleta AKP’ê heta niha hewl daye kedkaran ji pirsgirêkên civakê dûr bigire û got; “Û dema vê pêk tîne jî her tim tehdîdek dikir; eger hûn bi pirsgirêkên welêt eleqeder bibin, bi pirsgirêkên civakê eleqeder bibin, bi pirsgirêka Kurd eleqeder bibin em ê we ji karê web ikin. Lê niha ev gefên dewleta AKP’ê, ne tenê gotin e, bi praktîkî jî di meriyetê de ne. Lewre jî an ew ê ev gef her tim wek şûrekî li ser seriyan bisekine an jî wê bi serhildanê bibin yek û bi pirsgirêkên civakê, azadiyê eleqeder bibin. Û wê wezîfe û berpirsiyariyên xwe yên li beramberî van pêk bînin. Ji bilî van ti vebijêrkên din jî xuya nakin. Ev ne tenê ji bo kedkaran e. Ji ber ku dewleta AKP’ê ne tenê êrîşî kedkaran dike. Êrîşî tevahî beşa mûxalîf dike. Kê li ber xwe asteng dibîne êrîş dike. Lewma jî têkoşîna li dijî AKP’ê ne tenê wezîfeya kedkaran e, ya tevahî civakê ye. Di van şert û mercan de divê kedkar bi tevahî beşên civakê re bibin yek û têkoşînê li dijî dîktatortiya AKP-Erdogan bimeşînin. Eger van pêk bînin, wê karibin pêwîstiyên girêdana bi bîranînên hevrêyên xwe yên ku di qetlîama 10’ê Cotmehê de ji dest dane bi cih bînin.”
‘HEDEF DIKIN KU PÊŞÎ LI YEKBÛNA GELÊN TIRKIYE Û KURDISTANÊ BIGIRIN’
Şerîk bi bîr xist ku qetlîama 10’ê Cotmehê li dijî kedkaran pêk hat, diyar kir ku di şexsê kedkaran de li dijî tevahî demokrat, çepgir û sosyalîstan pêk hatiye. Şerîk got bi van ve jî hedefek wan a din heye û wiha dom kir; “Di serê van hedefan de pêşî li yekbûna gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê girtin heye. Ji ber ku têkoşîna azadiya Kurdistanê û daxwazên demokrasî û aştiyê her ku diçe civaka Tirkiyeyê hê zêdetir bandor kiriye. Civaka Tirkiyeyê jî hesreta xwe ya aştî û demokrasiyê tîne ziman.
Hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî bûye mînaka vê. Dewleta AKP’ê tirsiya û wek encama vê jî 20’ê Tîrmehê li dijî ciwanên sosyalîst şoreşger li Pirsûsê qetlîamek pêk anî. Esas, qetlîamên Pirsûs û Enqereyê ji bo heman hedefê bûn. Pêşî li yekgirtina civakên Kurdistanê û Tirkiyeyê girtin. Bi qetlîama 10’ê Cotmehê ve vê carê ji bo gihiştina hedefê AKP’ê di astek hê mezintir de pêk anî. Şoreşger, demokrat, sosyalîstên tevlî mîtîngê bûne kir hedef. Wisa jî peyam da tevahî civaka Tirkiyeyê. Got eger hûn xwedî li pirsgirêka Kurdistanê derkevin, hesretên xwe yên aştî, demokrasiyê bînin ziman, em ê bi vî şêwazî êrîş û qetlîaman dewam bikin.”
Di salvegera qetlîama 10’ê Cotmehê de di serî de kedkar, divê tevahî şoreşger, demokrat û sosyalîst, vê armanca esasî ya qetlîamê ji bîr nekin. Ji ber ku îro jî êrîş didomin.”
‘DI XETA HEVPAR A BERXWEDANÊ DE DIVÊ ASTA TÊKOŞÎNÊ BÊ BILINDKIRIN’
Şerîk got, “encam ji wan qetlîaman girt ku îro bi awayekî bêrehm êrîş dike” û bi lêv kir ku neyê fikrandin ku ev demkî ye. Şerîk diyar kir ku wê demên pêş ev hê dijwartir bibin û ji îro jî tevahî gavên vê avêtine, wiha pê de çû; “Dixwazin îro çapemenî, weşanên li Tirkiyeyê bi dawî bikin. Tirkiye derbasî sîstema çapemeniyê ya yek qenalî bûye. Her tişt li yek navendê tê plankirin. Çapemenî jî li gor vê nûçeyan dide. Li ser vî esasî dixwazin çapemeniya azad a alternatîf bêdeng bikin. Xebatkar tên girtin, televîzyon û rojname tên astengkirin, girtin, bêdengkirin.”
Dixwaze li qadek wisa, yekalî enformeyê ji civaka Tirkiye û Kurdistanê re bike. Dixwazin li gor vê civakê bi şêwe bikin. Hewl didin ji bûyeran civakê bê agahî bihêlin. Dema civak bêagahî ma jî weê dewleta Tirk tevahî qetlîamên xwe bi çavsorî pêk bîne. Kedkar jî bi naskirina pêvajoyê divê êrîşên li ser xwe bizanibin. Eger bêjin em baqil bûne û xwe vekişînin, wê ji bo dewleta AKP’ê bibin yêm. Ev jî wê hê zêdetir dewletê bi cesaret bike. Lere jî bîranîna şehîdên qetlîama 10’ê Cotmehê tenê bi merasîmên bîranînan pêk nayê. Hê pêşdetir e. Li dijî faşîzma dîktatoriya AKP-Erdogan, divê tevahî kedkar, karker, xebatkarên gelemperî û beşên pîşeyan tevgera kedê ya yekbûyî ava bikin, li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan têbikoşin. Ne tenê ev, tevahî hêzên demokrasiyê dikare bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurd re li ser xeta hevpar a berxwedanê bibe yek û têkoşîna xwe bilindtir bike. Eger ev bibe wê girêdana bi bîranînên şehîdên 10’ê Cotmehê çêbibe, têkoşîna wan zindî bê hiştin. Bi vê boneyê careke din şehîdên 10’ê Cotmehê bi rêzdarî bi bîr tînin, soza domandina têkoşîna wan didin.”