Serhildana li Îranê geş dibe, xetên telefon û înternetê hatin birîn

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ‘serhildana ji bo benzînê’ didome. Rejîmê xetên telefon û înternetê qut kir. Nûnerên Spay Pastaran û Hamaney jî gef li xwepêşanderan xwar.

Piştî zema li ser benzînê roja Înê li 32 eyaletên Îranê û li temamî Rojhilat gel serî hildabû.

Rejîma Îranê ji bo ku xwepêşandan li raya giştî ya cîhanê belav nebe, roja Şemiyê piştî êvarî xetên înternetê û duh sibehê jî xetên telefonên sabît jî tê de xetên telefonan qut kir.

BAJARÊN DIN JÎ RABÛN

Ligel ku rejîm asteng dike li Zencan, Sîmnan, Hemedan û li navendên van bajaran jî xwepêşandan hatin destpêkirin.

Ji ber ku li gelek welatan xetên înternet û telefonê hatin birîn, agahiyên zelal nayên bidestxistin.

Hate hînbûn ku hêzên ewlehiyê yên Îranê û polîsan wesayît ajotine ser gel û gule li gel reşandine.

Li gorî hin çavkaniyan di çar rojan de hêrî kêm 30 kes hatine qetilkirin, hezar kes birîndar bûne û 6 hezar kes jî hatine destgîrkirin. Li gorî hin çavkaniyan jî hejmara miriyan 200 û ya miriyan jî 3 hezar derbas kiriye. Tê diyarkirin ku li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê 12 kes hatine kuştin û 60 kes jî birîndar bûne.

REJÎMÊ GEF XWAR

Parlementoya Îranê civiya û biryar da ku divê bi xwepêşanderan re bicivin, nûnerên hêzên leşkerî û nîvleşkerî jî gef xwarin. Hêzên Mûxafizên Şoreşê daxuyaniyek da û gef li xwepêşanderan xwar. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo ku van serhildan û xwepêşandanan bitepisînin ew amade ne ku bi hêzên ewlehiyê re tevbigerin.

Nûnerê eyaleta Farsê yê Alî Hamaney, Ayetullah Lutfullah Dejkam jî got ku “Heke Konseya Ewlekariyê ya Fars heta sibehê van xwepêşanderan nede sekinandin em ê tevî hêzên milîs (Besîç) li Şîrazê dakevin qadan.”