Serhat: Têkoşîna li dijî komployê hişmendiya netew-dewletê rizand
Serhat: Divê têkoşîna di sala 2017’an de hê xurtir bê kirin û bilindkirin. Elbete divê qad neyên valakirin, rêxistinkirin pêwîst e, lê têkoşîna hişmendî û jiyanê jî pêwîst dike.
Serhat: Divê têkoşîna di sala 2017’an de hê xurtir bê kirin û bilindkirin. Elbete divê qad neyên valakirin, rêxistinkirin pêwîst e, lê têkoşîna hişmendî û jiyanê jî pêwîst dike.
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat beşdarî bernameya RojevaJin a Stêrk TV bû û wiha got: “Van hêzan ji derveyî îmha, înkar û qirkirinê ti siyaseta xwe nîne. Yên ku li dijî vê derket yekane Rêbertiya me bû. Gelê Kurd ê ku nêzî 40 milyon e jî li beramberî vê helwesta Rêbertiya me bandor bûn, li dijî derketin.”
Serhat, hêzên ku di nava komploya navneteweyî de cih girtin şermezar kir, diyar kir ku ev roj di nava dîroka Kurdan de weke rojekî reş derbas dibe. Serhat, Îngîlîstan, DYA, Rûsya, Îsraîl û dewleta Tirk a ku Komploya Navneteweyî ya 15 Sibatê pêk anîn û hêzên herêmî û netewî yên ku piştgirî dan komployê jî lenet kir.
Ronahî Serhat wiha got:“Bê goman di valadarxistina komployê de, xwedîderketina li Rêbertiyê, hevrêyên me yên ku bedena xwe dan ber agir û li ber xwe dan dîsa şehîdên me yên ku bi şîara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”çakakî kirin û li ber xwe dan bi rêzdarî bi bîr tînim. Şehîdên me li dijî komployê berxwedanekî mezin kirin. Yek ji hevrêya me ya ku çalakiyek kir Viyan Soran bû. Îro 11 salvegara şehadeta wê ye. Biryardarî, ruh û seka Viyan; piştî komployê ev sekna wê bû sekna hemû jinên tevgera azadiyê. Serhat diyar kir ku Viyan Soran û li hemû Kurdisanê Komplo vala derxist, êrîşên tinekirin û her cure êrîşê vakaderxist û xeteke ya azadiyê ya bi têkoşînê azadiyê ve bilind kir avakir.
Serhat bi bîr xist ku Viyan Soran ji bo azadiya jinên Başûrê Kurdistanê bû sembolekî mezin û wiha nirxandin kir: “Beşdarbûna Vîyan Soran a ji Başûrê Kurdisanê pir bi wate ye. Ji bo li Başûrê Kurdistanê gel bi vîna xwe sîstema xwe û ji bo demokratîkbûna Başûrê Kurdistanê azadiya jinê bibû pirsgirêkekî cidî. Ji ber vê yekê hevrê Viyan Soran ji bo jinên Başûrê Kurdistanê bû sembola azadiyê. Xeta Viyan Soran a di valaderxistina komployê de, di aliyê yekîtiya gelê Kurd û di valaderxistina êrîşan de divê hê zêdetir bê kûrkirin û bibiryarîdarkirin. Li ser vî bîngehî caredî din di Vîyan Soran a pêşenga jinê bibîr tînim. Carekî din xeya wê ya herî mezin azadkirina Rêbertiyê bû bibîr dixim.”
‘KOMPLO ŞEREKÎ YÊ QIKRINÊ YE’
Ronahî Serhat destnîşan kir ku komplo bi hostahî û kêrhatiyekî baş ve hatiye kirin û wiha got: “Nêzîkatiyên hêzên herêmê û navneteweyî ya ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya komployê de pêk hat. Ji ber ku di wateya rastî de nehatin qebîlkirin. Di cîhanê de gelekî ku neyê qebîlkirin bû. Pirgirêka Kurd ne tenê Kurdan, Rohilata Navîn, hêzên navneteweyî, hêzên hegonomîk ên gerdûnî jî eleqedar dike. Komplo şerekî yê qirkirinê ye. Di vî şerê qikirinê de destkeftiyên hêzên hegonomîk, dîsa hêzên herêmî û navneteweyî jî hebûn. Van hêzan her tim pirsgirêka Kurd weke kartekê li dijî hev bikar anîn. Hêzên navneteweyî dixwazin Rohilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Di rêza yekem de bi taybet di hedefa wan de Kurd û Kurdistan heye. Van hêzan ji dervehî înkar, tinekirin û qirkirinê ti sîyaseta xwe nîne. Yên ku li dijî vê derket yekane Rêbertiya me bû. Gelê Kurd ê ku nêzî 40 milyon e jî li beramberî vê helwesta Rêbertiya me bandor bûn, li dijî derketin. Tevî ku dixwazin ji sala 1999’an û vir ve Rohilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin jî bi saya berxwedan û têkoşîna Rêbertiya me ve komplo hate valaderxistin.”
‘HEDEFA KOMPLOYÊ ÎDEOLOJÎK E, PARADÎKMASAL E’
Serhat diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistanê û dîsa li gel derketina tevgera azadiya jinê re derxistina Kurdan a ji kontola emperyalîzmê û netew-dewletê bi Ocalan pêk hat. Serhat wiha pê de çû: “Rêbertiya me pirsgirêka Kurd der xist holê û ev pirsgirêk kire malê cîhanê. Dîsa hişmendiya serweriya li ser jinê û zayendparêziya di civaka Rohilata Navîn de derxist, di vî alî de jî gûhertinên ku çax derbas kirin derxist holê, nêzîkatiyên zayendparêziyê yên li dijî jinê hişmendî guherand. Li gel pirsgirêka Kurd, di aliyê civak Rohilata Navîn de duyemîn pirsgirêka pirsgirêka jinê derxist holê. Netew-dewletê li Rohilata Navîn xwe li ser van her du pirsgirêkên bingehî xwe ava kir. Eger ku ev her du pirsgirêk çareser bibin wê pirsgirêkên bingehîn ên Rohilata Navîn çarser bibin. Ji ber êv hedefa komployê îdeolojîk e, pardîkmasal e.
Ronahî Serhat bi bîr xist ku di 18. salvegera komployê de hem di hundir û hem jî derve êrîşên siyasî tên kirin, di pêvajoya 18 salan de hate diyarkirin ku pirsgirêka Kurd ne tenê ya Kurdan, bû malê Rohilata Navîn jî.
Serhat wiha anî ziman: “Di aliyê Rohilata Navîn de diyar kirin ku sosyalîzim bin ket û kapitalîzim bi serket. Le, bi berxwedana Kobanê re carekî din der ket holê ku ev ne wisa ne, sosyalîzim bû gerdûnî. Ev berxwedana bi tevgera azadiya jinê re carekî din zindî bû, nîşanî jinên cîhanê hate dayîn û gelan hate kirin; ev ruh ji nû ve zindî bû. Ji berê tenê bi çek bi milên jinên Kurd ve bû lê niha jinên Ereb jî li dijî faşîzmê û zilmê çek rakirine. Li dijî zilm û faşîzmê xwe diparêzin. Zanabûna parastina rewa, hişmendiya pêşxistina vîna jinê û belavî hemû jinên Rojhilata Navîn dibin.” Serhat diyar kir ku têkoşîna li dijî komployê maskeya kapitalîzma gerdûnî û hegonomîk xist, armacên wan ên xirab derxit holê.
Serhat destnîşan kir ku di vê pêvajoya 18 salan de qadên têkoşînê û qadên parstina rewa pêşketin û bal kişand ser van sixûsan: “Beşê ku derneketibûn holê derketin. Dîsa jinên li Afganîstaê, Misir û Ereb bi awayên cuda cuda vîna xwe derxistin holê. Dîsa li tevhî cîhanê pirsgirêka jina weke îdeolojîk ku xitimîbû derket holê. Di vê wateyê de têkoşîna azadiyê ya ku em bi rêve dibin bi me sînordar nebû, pêşengtî ji têkoşîna azadiya jinên cîhanê re kir. Di vê wateyê de weke tevgera azadiya jinê her ku gerdûnî bûn berpirsyariyên ku dikevin li ser milê me û qadên erkê hê zêdetir bûne. Azadiya Rêbertiyê tê wateya heyîn û azadiya me. Lê têkoşîna ku heta niha hate kirin û çalakiyên hatin kirin Rêbertiya me azad nekiriye. Em weke tevgera jinê herî zêde li ser vê mijarê lêhûbûnê çêdikin.
‘EM Ê LI HER QADA JIYANÊ PROJEYA RÊBERTIYÊ BIDOMÎNIN’
Ronahî Serhat a ku diyar kir, girêdana jinan a bi Ocalan re îdeolojîk, felsefî û ruhî ye ev nirxandin kir: “ Rêbertiya me di destpêka şoreşê de tevî paşverûtiya civakê jî berê xwe da mijara jinê û pirsgirêkên wê, berê xwe daye hişmendiya paşverû ya mêr derbas bike. Ji ber vê nêzîkatiya Rêbertiyê gelek antî-propaganda li hember hatin kirin jî , bi israrî berê xwe daye vê mijarê. Her qadê ji bo azadiya jinê vegerandiye têkoşînê. Di vê wateyê de em deyndarê Rêbertiya xwe ne.
Rêbertiya me 5 parêzname nivîsand, pêşkêşî DMMA’yê kir. Em parêzname ji beriya her tiştî me jinan parast, me wiha xwend. Tevî şert û mercên giran ên tecîrda Îmraliyê jî Rêbertiya me fikrandinên xwe yên li ser jinê bi dawî nekir û domand. Li pêşberî paradîkmaya mêr a heyî paradîkmaya jinê weke alternav derxist. Me ji vê moralekî mezin girt. Ji bo em vê projeya Rêbertiyê nîvî nehêlin em ketin nava têkoşînê. Em ê vê têkoşînê li qadên civakî û parastinê de jî her ku diçe kûrtir dikin.”
Jin di roja me ya îro de bûye xwedî vîn, gihiştiye wê astê ku xwe biparêze. Lê divê em jin hê zêdetir vê paradigmayê bidin naskirin, û balav kirin. Êdî demê azadiya jinê hatiye. Ji ber vê yekê em rê nadin ku ev proje bi nîvî bimîne. Ji ber ku ev proje projeya ku Rêbertiya me gotiye; ‘Projeya nîvî maye’ ye. Ji bo dewama vê jî erka me jina ne.”
‘BERSIVA HERÎ MEZIN BEŞDARBÛNA NAVA REFÊN AZADIYÊ YE’
Serhat bi bî xist ku jin û ciwan dînamîzam civakê ne, ev beş nebin civak nikarin bi pêş ve biçin û wiha pê de çû: “Eger ku dijmin îro stratejiya îmha û înkarên kiribe armanc, wê demê divê berxwedanekî mezin bê nîşandan. Divê li dijî qirkirinê hê xurtir rêxistinkirin bê mezinkirin.Em berxwedana ciwana a li dijî qirkirinê didin meşandin pîroz dibînin. Lê ji bo valadarxistina komployê beşdarbûna nava refên azadiyê hê xurtir be. Ji ber vê yekê berxwedana xweparstinê di sala 2017’an de hê girîngtire. Ji ber ku ji derveyî şer û şidetê ti rêbazan bi kar naînin. Qada siyasetê nehêlane. Divê ciwan li dijî vê bi hişmendiya erka xweparastinê xwe birêxistin bikin. Divê ciwanên Kurdistanê yekîtiya netewî ya şoreşgeran pêş bixîne û bi ciwanên gelên din re jî li dijî faşîzmê raweste.
Li ser vî bingehî divê têkoşîna sal 2017’an bê bilindkirin. Elebete divê qad neyên valakirin, rêxistinkirin pêwîst e, lê divê hişmendî û têkoşîna jiyanê jî pêwîst dike. Komployê valaderxistin li dijî felefeya kapitalîzmê ya jiyanê têkoşîn kirin. Divê ciwan êrîşên îdeolojîk ên li ser tên kirin valaderxistin û ciwanan azad bikin. Dîsa li dijî şideta li ser jinê, li dijî zexta civakê têkoşînê bike û perwerdekirina xwe jî girîng e. Girêdayî vê divê sîstem bê avakirin. Di vê mijarê de komplo valaderxistin, sîstema xwe bide avakirin, komîn û meclîsên xwe birêxistin kirin, erka xweparastinê pratîkkirine. Rêxistinkirina ekonomî, siyasî, çandî û îdolojîk valaderxistina komployê ye. Pêkanîna Komfederalîzma Demokratîk valaderxistina komployê ye.”
‘XWEDÎDERKETINA LI RÊBERTIYÊ TÊ WATEYA XWEDÎDERKETINA LI MIROVAHÎ, FIKRA AZAZD Û CIVAK AZAD E’
Serhat Ronahî bi bîr xist ku xwedîderketina ciwann enternasyonalîst a li Ocalan pir girîng e û meşên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan tên lidarxistin jî silav kir. Serhat diyar kir ku divê hê zêdetir xwedî li vê xetê bê deketin û wiha pê de çû: “Ew jî ji kapitalîzmê ya ku ruhê mirovatiyê derdixin aciz in. Di vê wateyê de xwedîderketina li Rêbetiyê tê wateya xwedî li morvatî, fikra azazd û civaka azad e. Em baş dizanin ku ev kesayetên ku ji 15 welatên cuda girîng dibînin û têkoşîna wan a azadiyê gerdûnî dibînin. Nirxên mirovan yek in. Di vî alî de em beşdarvana digirin dest. Di aliyê em de jî moral e. Di vî alî de di sala 20172’an de tecrîd û sîstema Îmraliyê qebûl nakin. Dixwazin bi bêdengkirina Rêbertiyê re, civakê tarî bihêlin, di nava vê tarîtiyê de bifetisînin. Êdî ev fikra azad di nava jinan, gelan û mirovahiyê de bûye mal. Ti kes nikare vê veşêre. Divê her kes bi vî awayî bizani be û divê ev bê hiqûqî ji holê bê rakirin.”