Serfermandarê Giştî yê Cendermeyan yê berê Koman hat berdan

Serfermandarê Giştî yê Cendermeyan yê berê Koman hat berdan

Ji doza bersûcên 28’ê Sibatê Mûşteşarê MÎT’ê û Serfermandarê Giştî yê Cendermeyan yê berê Teoman Koman hat berdan.

Di pêvajoya 28’ê Sibatê de bi îdiaya hewildanên rûxandina hikûmetê di der barê 103’ê kesên ku doz hatibû vekirin de di roja 2’emîn de li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê de berdewam kir.

Di rûniştina îro de îdianame hat xwandin, pişt re jî heyeta Dadgehê biryara berdana Mûşteşarê MİT’ê û Serfermandarê Giştî yê Cendermeyan yê berê Teoman Koman da.

Dozgerê Komarê Kemal Çetîn diyar kir ku li şûna berdana Koman pêwiste li nexwexaneyek baş de bê dermankirin baştire. Lê heyeta dadgehê li dijî vê biryarê derket û biryara berdana Koman da. Piştî berdana Koman hejmara bersûcên girtî daket 36’an.

 Doz wê sibê rûniştina xwe berdewam bike