Serdegirtina yekem a salê li hemberî xwendekarên Kurd: 15 binçavî

Serdegirtina yekem a salê li hemberî xwendekarên Kurd: 15 binçavî

Polîsên Tirk li Kocaeliyê bi ser malên gelek xwendekaran de girtin û di encamê de herî kêm 15 kes binçav kirin.

Di saetên danê sibê de polîsan li Kocaeliyê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de 15 xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Kocaeliyê hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku bi hinceta xwendekar endamên “DYG’ê ya girêdayî KCK’ê” ne hatine binçavkirin. Her wiha hate zanînku 5 xwendekarên din jî endamên Kolektîfa Xwendekaran in. Polîsan di serdegirtinê de pirtûkên nivîskar Mehmet Uzun û Îslmaîl Beşîkçî û geleknivîskarên din, komputer û poşiyan desteser kirin. Hate zanîn ku tevî xwendekarên bi navên Kazim A, Mehdî A, Oktay Y û xwendekarê bi navê Nîzam ku paşnavê wî nehate zanîn 15 xwendekar hatin binçavkirin.