Serdana Erdogan a li Vatîkanê hate şermezarkirin

Serdana Erdogan a li Vatîkanê ku Papa ziyaret kir, duh li gelek bajarên Îtalyayê hate şermezarkirin. Li paytexta Îtalya Romayê polîsan êrîşî çalakgeran kirin û ji ber vê yekê kesek birîndar bû.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê serdana Papa kir, li paytexta Îtalya Roma û bajarên Mîlano û Torîno hate şermezarkirin.

ROMA

Li paytext Romayê, girseya gel danê sibehê li hev civiya lê belê polîsan êrîş kirin. Ji ber vê êrîşê kesek birîndar bû. Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên li gelemperiya Îtalyayê nerazîbûn nîşanî êrîşkariya polîsan dan ku li dijî girseya gel a mafê xwe yê demokratîk bi kar dianî serî li şîdetê da.

TORÎNO

Li bajarê Torîno jî, Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî serdana Erdogan a li Vatîkanê şermezar kirin. Kurdistaniyên ku heta ber qenala televîzyonê Raî TV meşiyan, dan xuyakirin ku serdana Erdogan ji bo Îtalyayiyan cihê şermê ye. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Efrîn, Bijî YPG/YPJ" hatin qîrîn.

MÎLANO

Serdana Erdogan a li Vatîkanê li bajarê Mîlano jî hate şermezrkirin. Girseya gel ji meydana San Babîla heta ber avahiya dewletê bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan" û "Bijî Kurdistan" meşiya. Nûnerên saziyan piştî meşê daxuyanî dan û gotin, "Destê Erdogan bi xwîn e. Kurdan dikuje û niha jî serdana Papa dike. Divê were zanîn ku yê herî zêde destekê dide DAÎŞ'ê Erdogan e. Yên ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşîna herî mezin didin jî YPG û YPJ ne. YPG û YPJ bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rûmet li ber xwe didin."