Serçeteyê MÎT'ê yê li Efrînê hate kuştin
Fermandariya YPG'ê ya Efrînê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de 4 çete li Efrînê hatine kuştin û yek ji wan serçeteyê bi navê Cemal El-Zexlûl e.
Fermandariya YPG'ê ya Efrînê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de 4 çete li Efrînê hatine kuştin û yek ji wan serçeteyê bi navê Cemal El-Zexlûl e.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrînê çalakiyê bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete kirine.
SERÇETE CEMAL EL ZEXLÛL BI ÇALAKIYEKE TAYBET HATE KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî şopandinek çend rojan ji aliyê yekîneyên taybet ên hêzên me ve, serçeteyê bi navê Cemal El-Zexlûl yê erka bicih kirina malbetên çeteyan li Efrîn girtibû ser milê xwe, di çalakiya ku yekîneyên me pêkanîn de hat kuştin."
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hate dayin:
"Serçete Cemal ê ku malbatên Efrîn ji malên wan derdixist, beriya niha du caran bi salûxgerên MÎT'ê re hevdîtin li Tirkiyeyê kiribû. Her wiha serçete Cemal ji bo avakirina Hêzên Ewlekiriya Hundir ên çeteyan û saziya bi navê Desteya Rewa û dadgehên wê, ji aliyê MÎT'ê ve hatibû erkdarkirin.
Ebû Zexlûl rojek berê bi çeteyên Firqeya El-Hemze û Feyleq El-Şam li gundê Basûtê geriya û bi rêya bafileyan (hoparlor) li gel ferz kiribû ku cilên rewa (Şerîî) li xwekin û wiha jin ji malan dernekevin. Her wiha xwestibûn ku çekên ku li cem gel werin teslîm kirin û gotibûn yê ku teslîm neke wê ji mala wan were derxistin.
Hêzên me duh di saet 19:00'an de erebeya Ebû Zexlûl li herêma di navbera gundê Kurzêlê û Basûtê de armanc girtin. Erebeya wî bi awayekî serketî hat rûxandin û Ebû Zexlûl hat kuştin. Piştî ku çalakî bi serket, çeteyên Feyleq El-Şam çûn cihê bûyerê. Yekîneyên me ew jî armanc girtin û sê çete hatin kuştin. Her wiha seyareya wan hat rûxandin.
LI SER GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ YPG'Ê HIŞYARÎ DA
Di vê derbarê em bal dikşînin ser daxuyaniya me ya berê ku bi raya giştî re hatibû parvekirin, di derbarê hewldanên dewleta Tirk yên bicihkirina malbatên çeteyan li Efrîn û guhertina damografiya wê piştî derxistina gelê wê. Em tekez dikin ku ev malbat ji bo hêzên me hedefên rewa ne, hebûna wan li Efrînê ne rewa ye û regezên mirovî binpê dike.
Hêzên me li ser esasê parastina nirxên mirovahî bi berdêlên mezin ewlekariya herêmê parast. Her wiha Efrîn gelek koçberên ku ji ber şer reviyan hembêz kir.
Ji ber van sedeman em hemû kesên ku bi lîstokên dewleta Tirk û çeteyan hatine xapandin hişyar dikin ku neyên lîstokên wan û nehêlin ku ew bibin alavên kirîn û firotinê di destê dewleta Tirk de. Ji ber ku hêzên me wê her kesê ku têkliyên xwe bi dewleta Tirk re heye ji xwe re bike hedef.
Her wiha em berxwedana gelê xwe ya ku ji warê xwe bi darê zorê hatin derxistin û neqebûl kirina wan a dagirkeriyê silav dikin, em dîsa soz didin ku em ê Efrînê rizgar bikin.
Temenê wê çi dibe bila bibe, berxwedan wê heya ku em gelê xwe dighînin jiyaneke aram û ewle wê dewam bike."