Senator Rhîannon: Divê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin

Nûnerên KNK û NCDK'ê li Sydneyê bi Senato Lee Rhîannon re rûniştin. Rhîannon got, "Divê hevdîtin bi Ocalan re were kirin" û êrîşên li Efrînê tên kirin jî şermezar kir.

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, Berdevkê KNK'ê yê Sydneyê Îsmet Taştan û nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), serdana ofîsa taybet a Senatora New Soûth Walesê Lee Rhînanon kirin. Di serdanê de dosyayên li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin pêşkêşkirin.

Senator Rhîannon di serdanê de wiha axivî: "Ez ê mijarê bikim rojeva meclîsa partiya xwe û roja Sêşemê jî li Parlamenta Federal biaxivim. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Nabe ku kes tecrîdê biparêze û bêdeng bimîne. Pêwîste malbat û parêzer karibin tavilê biçin serdana Ocalan."

'DIVÊ WELATÊN ROJAVAYÎ VÊ YEKÊ BIBÎNIN'

Senator Lee Rhîannon destnîşan kir, ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê nayên qebûlkirin û got, "Rojava îro ji bo tevahiya mirovahiyê têdikoşe û lazim e welatên rojavayî vê yekê baş bibînin."