Milîsên Evîn Goyî yên KBDH’ê li Bûrsayê du çalakî pêk anîn
Milîsên Evîn Goyî yên KBDH’ê ragihand ku wan ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê ya Duyem li Bûrsayê du çalakî lidar xistine.
Milîsên Evîn Goyî yên KBDH’ê ragihand ku wan ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê ya Duyem li Bûrsayê du çalakî lidar xistine.
Milîsên Evîn Goyî yên KBDH’ê ragihandin ku li dijî komkujiyên Parîsê li Bûrsayê du çalakî lidar xistine.
Li gorî daxuyaniya nivîskî çalakiya yekem di şeva 22’yê Kanûnê saet 23:00’yan de hatiye lidarxistin. Hate diyarkirin ku li taxa Alaadînbey a navçeya Nilufer a Bûrsayê tesîs û çewlika şexsekî AKP-MHP’yî bi rêbaza sabotajê hatiye hedefgirtin.
Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de zirareke mezin gihaye tesîs û çewlikê.
Li gorî daxuyaniya Milîsên Evîn Goyî yên KBDH’ê şeva 23’yê Kanûnê depoya marketa bi navê DIP a li Taxa Samanli ya girêdayî navçeya Yildirim a Bûrsayê hatiye hedefgirtin. Hate ragihandin ku depo bi temamî şewitiye.