BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeran têne şikandin

Şervanên YPJ'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her êrîşeke dewleta Tirk û komên wê yên çete dişikînin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Minbicê li ber xwe didin. Şervan êrîşên dewleta Tirk a dagirker dişikînin û diyar dikin ku wê pêşveçûna dagirkeran bisekinînin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

PÊNGAVA ŞEHÎD EZÎZ EREB WÊ BI SER BIKEVE

Şervana YPJ'ê Ronahî Ozan têkildarî pêngava Şehîd Ezîz Ereb axivî û got, "Li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedaneke bê eman tê kirin. Em nahêlin ku bi gavekê jî bi pêş ve biçin. Her ku êrîş zêde dibin, bersiva me hîn xurt dibe. Em ê vê pêngavê bi ser bixînin."

Ronahî Ozan bal kişand ser herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û got, "Armanca me ew e ku her êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin û van herêman hemûyan ji dagirkeriyê rizgar bikin."

ÊRÎŞ WÊ BÊ BERSIV NEMÎNIN

Ronahî Ozan anî ziman ku heta pêngava Şehîd Ezîz Ereb bi ser bixînin wê li ber xwe bidin.

Ronahî Ozan têkildarî nûçeyên dewleta Tirk ên li ser îdîaya 'bidestxistina Tişrînê' ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk îdîa dike ku Tişrîn bi dest xistiye. Lê belê Tişrîn di bin parastina YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye. Li Tişrînê em êrîşan hemûyan têk dibin."

ÇETEYÊN LI BERXWEDANÊ RAST TÊN, DIREVIN

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Gelî Kobanê jî li ser berxwedana li Tişrînê got, "Dewleta Tirk dixwest xwe bigihîne bendavê. Bi dagirkirina Bendava Tişrînê re wê bi armanca dagirkirina tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan bikira. Berxwedana ku bi rojan e dewam dike, armanca dewleta Tirk têk bir. Bi pêngava Şehîd Ezîz Ereb re me derbeke mezin li dewleta Tirk xist. Çeteyên êrîşkar piştî ku li berxwedana me rast hatin bêyî li pişt xwe binihêrin reviyan. Cenazeyên xwe li pey xwe dihêlin û direvin."