KNK'ê ji ber wefata Hasan Huseyîn Yildirim peyama sersaxiyê da
KNK'ê ji ber wefata endamê xwe nivîskar û siyasetmedar Hasan Huseyîn Yildirim peyama sersaxiyê weşand.
KNK'ê ji ber wefata endamê xwe nivîskar û siyasetmedar Hasan Huseyîn Yildirim peyama sersaxiyê weşand.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata endamê xwe siyasetmedar û nivîskar Hasan Huseyîn Yildirim peyameke sersaxiyê ji gelê Kurdistanê, endam û alîgirên Tevgera Kawa û malbata Hasan Huseyîn Yildirim weşand.
Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:
"Xebera xembar û dilsoj a wefata endamê KNK'ê Birêz Hasan Huseyin Yildirim, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Birêz Hasan Huseyin Yildirim, li Bakurê Kurdistanê di ciwaniya xwe de, di nava Tevgera KAWA de cihê girt û xwedî cihekî diyar bû. Her wiha ew her tim di nava xebat û siyaseta welatparêzî de bû. Di nava siyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Hasan Huseyin Yildirim, hem şoreşger hem jî nivîskar bû û li ser pirsa Kurdî gelek kêtêbên wî hene. Ji ber xebatên xwe yên şoreşgerî, di 20'ê Sibata 1981'ê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin û cezayê heta hetayê (muebed) lê hate birîn. Di 17'ê Îlona 1988'an de, bi 17 hevalên xwe ve tunelek kolan û ji zindana Kirşehîrê reviyan. Piştî wê derket Ewropayê. Piştî hate Ewropa jî karên xwe yên şoreşgerî û welatparêzî dewam kirin. Ji bo yekîtiya neteweyî jî gelek karên girîng kirin û di heman demê de weke nûnerê Tevgera KAWA bû endamê KNK'ê.
Em ji ber wefata Birêz Hasan Huseyin Yildirim gelek xemgînin, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didine hemî gelê Kurdistanê, endam û alîgirên Tevgera KAWA û malbata wî.
Heval Hasan Huseyin Yildirim, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê heta dawiyê ji bo yekîtî û azadiya gelê Kurdistanê têbikoşin, em ê axîn û wesyetên te pêk bînin."