Dadgeriya Tirk biryar da ku GOÇÎZDER bê girtin
Dadgeriya Tirk di doza li ser girtina GOÇÎZDER'ê de biryar da ku komele bê girtin.
Dadgeriya Tirk di doza li ser girtina GOÇÎZDER'ê de biryar da ku komele bê girtin.
Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) ku bi armanca piştgiriya bi komên mexdûrê koçberiyê û bilêvkirina daxwazên wan ava bû, kete bin zext û zordariya dadgeriya Tirk. Rûniştina biryarê ya doza ji bo girtina GOÇÎZDERÊ li Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya 15'emîn a Edliyeya Bakirkoyê pêk hat. Parêzer û rêveberên komeleyên tevlî rûniştinê bûn.
Heyeta dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER'ê da.
Hinceta biryarê jî wê rojên bê were eşkerekirin.