Semîh Ozakça name şand

Mamoste Semîh Ozakça yê ku di Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê de ye û 134 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand.

Semîh Ozakça di roja 125’an a greva birçîbûnê de nameyek şand. Nameya Ozakça wisa ye:

‘ROJBAŞ JI YÊN KU HÊVIYÊ DIJÎN RE…’

“Wêneyên li ber serê min, 111 îmzeyên ronakbîr û rewşenbîrên ku di roja 111’an de dabûn, yên berxwedêr, yên ku dixwazin em vegerin ser karê xwe, kesên bi wijdan, çûkên tên hewşa girtîgehê, kêzik, vîrus û atom û her wekî din… Rojbaş ji we re. Rojbaş ên ku ji bo cîhaneke bi edalet şer dikin, dost û heval û hogir.

‘MASÛLKEYÊN MIN DIHELIN, HESTIYÊN MIN QELS DIBIN’

‘Min li ser betonê li ber devê hucreya xwe ‘Bijî berxwedana me ya greva birçîbûnê!/Nûriye-Semîh/10.07.17 nivîsand. Şaneyên min diguherin, masûlkeyên min dihelin, hestiyên min qels dibin.

‘MIROV ÇAWA DIKARE BI RIHETÎ RAZÊ’

Li derve min ji xewê hez dikin, lê niha ji bo ku bibim kesekî bi plan û bername, hewl didim hindikekî razêm.  Ewqas tişt hene ku mirov lê bifikire û bike. Her kêlîkê qetlîamek pêk tê, emperyalîzm û kapîtalîzm bi hovane êrîşî gelan dike… gelo mirov çawa dikare bi rihetî razê? Kesê ku karê xwe dixwaze, bêriya xwendekarên xwe dike, gelo çawa dikare aram be?

‘TU KES NIKARE GELEKÎ BI RÊXISTIN TÊK BIBE’

Hewa germ bûye derî û pace heta sibehê vekirî ye, kermêş tên hundir. Dernakevin derve, tenê dengê wan tê. Kermêş êrîşî rehên min ên tijî xwîn dikin. Ez wan diqewirînim. Lê mirovekî ku enerjiya wî qediyaye gelo dikare çi bike? Radibim ser xwe û dimeşim. Ez diwestim û êdî bêhna xwe didim. Di wê kêlîkê de ‘hêza herî birêxistin’ kermêş in. Çawa ku tu kes nikare gelekî bi rêxistin têk bibe, kes nikare kermêşên birêxistin jî têk bibe.

Lê divê mirov vî tiştî ji bîr neke di şertên tecrîdê de kêzik û çûk gelekî girîng in. Di rêwîtiya jiyanê de ji mirovan re dibêjin “hûn ê bi tenê nemeşin”.

Li xwe miqate bin.

Bimînin di xweşiyê de

Semîh.