Sekreterê NY: Heyeta lêkolînê wê roja Şemiyê ji Sûriyê derkeve
Sekreterê NY: Heyeta lêkolînê wê roja Şemiyê ji Sûriyê derkeve
Sekreterê NY: Heyeta lêkolînê wê roja Şemiyê ji Sûriyê derkeve
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki Moon diyar kir ku heyeta pisporên çekên kîmyewî yên li Sûriyê lêkolînên xwe dewam dikin wê roja Şemiyê ji Sûriyê derkevin û der heqê lêkolînan de raporekê amade bike.
Ban Ki Moon diyar kir ku wê heyet roja Şemiyê karên xwe biqedîne û ji welatê Surye derbikeve.
Ban Ki Moon der barê aşkerakirina rapora heyetê de, demek diyar nekir. Sekreterê Giştî got, “Beriya destwerdanek leşkerî li Sûriyê bêkirin, divê hemû rê û rêbazên di dest de, bên bikaranîn.”
Heyeta pisporên çekên kimyewî ya NY duh çûn herêma El Şam a Şamê ku tê îdia kirin 21'ê Tebaxê çekên kimyewî lê hatine bi karanîn û lêkolînên xwe dewam dike.