Sekna li ber edliyeyê didome

Sekna li ber edliyeyê didome

Piştî li Stenbolê operasyonek pêk hat û 41 kes hatin binçavkirin, kesên hatin binçavkirin derxistin edliyeyê. Bi sedan endamên Eniya Gel, Kovara Tavir û xebatkarên Navenda Çandê a Îdilê li ber edliyeyê li hev civiyan. Hat hînbûn ku, di edliyeyê de polîsan êrîş kiriye û di encamê de du parêzer birîndar bûne û gelek parêzer jî rakirine nexweşaneyê.

Bi îdiaya endamên DHKP-C'ê ne polîsên girêdayê Emniyeta Stenbolê di nav de endamên ÇHD, Eniya Gel, Koma Yorûm, Navenda Çandê a Îdilê û xebatkarên Kovara Tavir jî di nav de 41 kes beriya 3 rojan kirin binçavan. 41 kesên ku hatin binçavkirin, derxistin Edliyeya Çaglayanê. Di dema 41 kes derxistin edliyeyê, bi sedan kesan ku di nav de Parlamenterê CHP'ê ê Dêrsimê Huseyîn Aygun, Îlhan Cîhaner, parêzerên endamên ÇHD'ê, endamên Eniya Gel, Koma Yorûm, Navenda Çandê a Îdilê û Kovara Tavirê jî ji bo piştgiriyê li ber edliyeyê li hev civiyan û binçavkirina rêhevalên xwe şermezarkirin.

Di çalakiyê de pankartên li ser nivîsa "Em dê neyên rê, islah nebin em dê strana hêviyê her dem bêjin", "Dê binçavkirinên AKP'ê rêxistinkirina bi milyonan asteng neke" hatin vekirin û dirûşmên wekî "Dê zext me bêzar nekin" hatin qêrîn.

Li ser navê Eniya Gel Meryen Ozturk daxuyanî xwend û diyar kir ku, di serdegirtinê de gelek komputer, amûrên muzîkê hatine destaserkirin û ev tişt got: "Hûn çi dikin bikin, hûn nikarin me bitirsînin, hûn nikarin me bê deng bikin."

'ÊRÎŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN'

Pişgî axaftina Eniya Gel li ser navê Koma Yorûm, Yelîz Yilmaz axaftinek kir. Yilmaz destnîşan kir ku, dê polîtîkayên metîngeriyê ên AKP'ê nikaribe berxwedana şorşgeran bişkêne û ev wiha axivî: "Heta dîrok hebe, em dê li dijî hêzên tarî piştbaxçeyan biafirînin, ew cîhana me ya ku we veguherandiye çolê, em dê bi têkoşîna xwe bikin baxçeyê gulan."

Endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Enqerê Erol Aras jî diyar kir ku, ev parêzerên ku hatine binçavkirin, êrîşeke li dijî mekanîzmaya parastinê ye. Aras diyar kir ku, ev êrîş di heman demê de li dijî wan jî pêk hatye.

Di encama êrîşa polîsan ya bicop de ji parêzeran Bahatîn Ozdemîr û Alî Şafak ji serê xwe birîndar bûn, hate ragihandin ku, gelek kesên din jî ji cihê cûda yên laşê xwe birîndar bûn. Gelek parêzer jî rakirin nexweşxaneyan.