Şeker: Ya ku divê komeleyên Elewiyan biparêze dewlet e

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Alî Şeker, yekîneyên emniyetê yên ku ji komeleyên Elewiyan re gotin 'dibe ku êrîşên DAIŞ'ê rû bidin, ewlakariya xwe bikin' rexne kir.

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Alî Şeker, yekîneyên emniyetê yên ku ji komeleyên Elewiyan re gotin 'dibe ku êrîşên DAIŞ'ê rû bidin, ewlakariya xwe bikin' rexne kir. Şeker ê ji ANF'ê re axivî û got, "Ya ku divê saziyên Elewiyan biparêze û ewlekariya wan bike, dewlet e."

Şeker da xuyakirin ku hikûmeta AKP a dixwaze Tirkiyeyê veguherîne welatekî Rojhilata Navîn, gelekî gav avêtiye û anî ziman ku ji ber polîtîkayên AKP'ê yên rêvebirina welêt a bi dijberhevkirinê, ku 13 salan e dimeşîne, komkujî li welêt rû didin. 

BI ÇEKÊN JI DAIŞ'Ê RE HATINE DAYÎN, GELÊN TIRKIYEYÊ TÊN QETILKIRIN

Şeker diyar kir ku ev gefa li hemberî komeleyên Elewiyan ji polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ne cudatir e û destnîşan kir ku ev yek tê vê wateyê; Bi çekên ku hikûmeta AKP'ê ji DAIŞ'ê re şandiye wê gelên Tirkiyeyê bên qetilkirin. Şeker got, "Li pêş çavan e ku çekên di TIR'ên MÎT'ê de ji kêr hatine şandin" û da zanîn ku berê van çekan li gelên Tirkiyeyê vedigere. Şeker ragihand ku yên çek dane DAIŞ'ê, çavên xwe li van êrîşan girtine û bi azadî dihêlin ku bombeyên zindî bigerin, berpirsyarê van komkujiyan e.

Şeker bibîr xist ku milîtanên DAIŞ'ê yên hatine binçavkirin yek bi yek hatine berdan û diyar kir ku li Tirkiyeyê destê rojnamevanan ji pişt ve bi kelepçeyê tê girêdan, lê belê ji bo endamên DAIŞ'ê Serokwezîr radibe dibêj; heta ku çalakiyê neke em nikarin bigirin. Şeker hişyariyên emniyetê ku ji komeleyên Elewiyan re got, 'hûn ewlekariya xwe bi xwe bikin' rexne kir û got, "ya ku divê ewlekariya saziyên Elewiyan bike, dewlet bi xwe ye."

Şeker komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê bibîr xist û got, "Dewlet, bi tenê ji bo parastina qesrê û hawariyên qesrê, ji gel bacê nagire. Dewlet ji bo ewlekariya jiyana gel, bacê kom dike. Yên ku di mîtîngên AKP'ê de cîhazên x-ray li her derê bi cih dikin, bi tenê li komkujiya li Enqereyê temaşe kirin."