Şehîdên TŞYG'ê li Lozan û Bernê hatin bîranîn
Umît Yetkîn (Baran Mûnzûr) û Velî Gorgun (Devrîm Şoreş) ên MLKP'yî, ku roja 22'ê Tebaxê li herêma Pulur a Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dan, li Lozan û Bernê hatin bîranîn.

LOZAN
Merasîma bîranînê ya li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (DEM-KURD) bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hat nîşandan.
Di axaftinên li ser navê MLKP û ESP'ê de hat ragihandin, Gorgun û Yetkîn tevî ku gelek caran hatin binçavkirin jî berê xwe dan têkoşîna azadiyê. Qisekeran gotin, "Ya dikeve ser milê me, xwedîderketina li bîranînên xewn û xeyalên têkoşîna azadiyê ye." Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.
BERN
Merasîma bîranînê ya li Bernê jî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li dû deqeyeke rêzgirtinê sînevîzyon hat nîşandan û piştre nûnerê MLKP'ê Tayfûn Tayfûn peyivî. Tayfûn got, "Weke MLKP'ê çawa ku ji bo rizgariya Rojava, Şengal û Minbicê em bi erka xwe rabûn, li Bakurê Kurdistanê jî ji bo pêkhatina perspektîfa şoreşger a yekbûyî em ê bi erka xwe rabin."
Piştre li ser navê komîsyona malbatên şehîdan a DEM-KURD'ê Halîm Dayan axivî û got, "Tevkariya şervanên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) hêz û baweriyeke mezin dide me." Dayan şehîdên TŞYG'ê bibîr anî. Dûre beşdar peyivîn û soza dilsoziya bi rêya şehîdan re dan. Merasîma bîranînê piştî axaftinan bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.