'Şehîdên Aştiyê' li Tirkiye û Kurdistanê tên bîranîn

'Şehîdên Aştiyê' ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê di encama êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên bîranîn.

'Şehîdên Aştiyê' ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê di encama êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên bîranîn. Di çalakiyan de hat ragihandin, komkujî bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê hatiye kirin.

MELETÎ

Merasîma bîranînê ya li Meletiyê li ber stasyona trenê pêk hat û girseya gel saet di 10:04'an kêliya pêkhatina komkujiyê de qurnefîl danî ser wêneyên ciwanên ji Meletiyê yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. HDP, DBP, EMEK, ODP, CHP, KESK, BTS, SES, PSAKD, gelek sendîka û komele bi alên xwe tevlî çalakiyê bûn. Berdevkê Demî yê KESK'ê û endamê Sendîkaya Barhilgir a Yekbûyî Şaxê Meletiyê Hasan Ûçar li vir daxuyanî da û got, "Hedefa êrîşê ked, aştî û demokrasî ye." Ûçar da xuyakirin, ku ew ê nehêlin ser Komkujiya 10'ê Cotmehê bê nixumandin û ew ê ji têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê bi ti awayî venegerin.

EDENE

Li Edeneyê Hêzên Ked û Demokrasiyê, li ber Abîdeya Aştiyê ya li ber avahiya Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê merasîma bîranînê lidar xistin. Malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan endamên KESK, DÎSK, TMMOB, TTB, HDP, CHP, rêxistinên elewiyan ên Edeneyê, parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên CHP'ê Îbrahîm Ozdîş, Elîf Dogan Turkmen û Zulfikar Înonu Tumer jî di nav de gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Merasîmê bi rêz girtinê dest pê kir. Di çalakiyê de pankartên "Em ê teslîmî komkujiyan nebin, Li dijî şer derkevin. Bijî biratiya gelan, yekîtiya kedkaran" "Li dijî şer, qatlîam, darbe û OHAL'ê aştî, demokrasî, biratiyê dixwazin" hatin vekirin û wêneyên kesên di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin.

Serokê Odeya Tabîban a Edeneyê Alî Îhsan Okten di çalakiyê axivî û diyar kir ku ew ê her tim bi hev re bin û mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin. Okten wiha got: "Bedel çi dibe bila be em ê ji têkoşîna xwe ya ked, aştî û demokrasiyê paş ve gav navêjin. Heta ku kujer û hêzên li pişt wan neyên dîtin em ê rehet nekin. Heta berpirsyar hesab nedin em ê bêdeng nebin, bêzar nebin û tu caran efû nekin."

Piştî axaftinê kesên beşdarî merasîmê bûn qurnefîl danîn ber abîdeyê û merasîm bi dawî bû.

ÎZMÎR

Hêzên Demokrasî û Kedê yên Îzmîrê Ayşe Denîz û Berna Koç ên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên wan bi bîr anî. Merasîm li Goristana Dogançay a Karşiyakayê pêk hat. Di merasîmê de pankarta wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û nivîsa "Em kujeran nas dikin, em ê nedin jibîrkirin. Têkoşîna wan dê têkoşîna me ronî bike" hate vekirin. 

Li ser navê komê Berdevkê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê ya Îzmîrê Melîh Yalçin axivî û diyar kir ku beriya salekê îro ji bo aştiyê çûne Enqereyê, li gel ku li ser qatlîama salek derbas bû jî kiryar hê jî nehatine dîtin. Yalçin bilêv kir ku îxtidar dixwaze qatlîamê bide jibîrkirin û wiha got: "Îro li Enqereyê polîsan mudaxaleyê merasîma bîranînê kirin. Hê jî dixwazin vî qatlîamê bidin jibîrkirin. Di esasê xwe de berpirsyariya xwe ya di qatlîamê de bidin jibîrkirin. Ew çiqas bidin jibîrkirin jî em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin."

Piştre Serokê Odeya Muşavîrên Muhasebe û Aboriyê ya Îzmîrê (ÎZMMMOO) Vedat Adak ku Ayşe Denîz endama wan bû axivî û got ku ew ê dev ji têkoşîna aştiyê bernedin û wiha axivî: "Em jî hovîtî û şîdeta we netirsin. Em ê ji têkoşîna ji bo aştiya civakî bêzar nebin. Ji bo li welatekî demokratîk, azad û wekhev bijîn em ê dev ji parastina aştiyê bernedin."

Piştre jî qurnefîl danîn li ser gora Koç û Denîz.

STENBOL

Serdan Ben û Fatma Esen ên di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Taxa Gaziyê ya navçeya Sultangaziyê hatin bibîranîn. Merasîm ji aliyê Kordînasyona Demokrasî û Kedê ya Sultangaziyê ve hat lidarxistin û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş, Hevserokên HDP'ê yên Sultangazî, Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Gaziyên Pirsûsê û birîndarên qatlîama Enqereyê beşdar bûn. 

Di bîranînê de pankarta "Ev qada bi xwîn e, dê aştî bi ser keve" hate vekirin. Piştî rêz girtinê birayê Ben, Alî Ben axivî û diyar kir ku tiştekî ku zêde we bibêjin tuneye û gelek bi hêrs in. 

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erbaş jî anî ziman ku qatlîam bi awayeke eşkere hatiye ligel salek derbas bû jî kiryar nehatine darizandin. Erbaş destnîşan kir ku qatlîama herî bixwîn a Tirkiyeyê hatiye jiyankirin û nirxandina "Tirkiye welatekî qatlîaman e" kir. 

Li ser navê Koordînasyona Demokrasî û Kedê ya Sultangaziyê Leyla Kasim Işik jî anî ziman ku hê êşa qatlîama Pirsûs û Enqereyê teze ye û nirxandina "Ya ku hat bombekirin hêviya gelan, aştiya ku li bendê bûn." Işik bilêv kir ku bi hinceta darbeyê welat anîne rewşekî ku lê nayê jiyîn lê ew ê li dijî faşîzmê serê xwe netewînin. 

Piştî merasîma li ser gora Ben, girse derbasî li ser gora Fatma Esen bûn. Li vir sirûda "çerxa şoreşê" hat xwendin û rêz girtin. Endamê Piştevaniya Demokrasî û Kedê Elî Haydar Akdenîz axîvî û diyar kir ku AKP ji bo tola 7'ê Hezîranê bigire pêla qatlîaman daye destpêkirin. Akdenîz got ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku kiryar bên darizandin ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Akdenîz da zanîn ku berpirsyarê qatlîamê AKP ye û wê teqez jê hesab bipirsin. Hevserê Esen, Mehmet Esen jî di axaftina xwe de got ku dê têkoşîna xwe bidomînin. Bîranîn bi dîruşma "Şehîdên şoreşê nemir in" "Şehîd namirin" bi dawî bû. 

Rêxistina HDP'ê ya Avcilarê jî Rêveberê HDP'ê yê Avcilarê Bînalî Korkmaz li Goristana Kanaryayê bi bîr anî. Li vir rêz hat girtin û girseyê soza têkoşînê da.