Sefîrê Tirk ê Siwêdê hat vexwendina Wezareta Karê Derve

Wezareta Karê Derve yê Swêdê, têkildarî girtinan Sefîrê Tirkiyeyê Kaya Turkmen vexwed wezaretê.

Wezîra Karê Derve yê Swêdê Margot Wallstrom li ser hesbê xwe yê Facebookê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Sefîrê Tirk careke din jî ji bo Wezareta Karê Deve hate vexwendin û têkildarî girtina welatiyên Sêwdî me fikar û daxwazên xwe aniye ziman.”

Walstrom destnîşan kir ku girtina welatiyên Sêwdê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve bandorên nerênî li ser têkiliyên wan ên bi Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê re dike, bal kişand ser Alî Gharavî yê li Tirkiyeyê girîtiye.

Alî Gharavî yê welatiyê Swêdê ye, di operasyona beriya mehê li Buyukadayê ya li hember parêzvanên mafê mirovan hate lidarxistin de hatibû binçavkirin. Margot Walstrom bang kir ku heta sûcên di derbarê Gharavî de zelal dibe divê serbest bê berdan.

Walstrom, girtina Hamza Yalçin ê welatiyê Swêdê ye û di serê vê mehê de li ser daxwaza Tirkiyeyê li Îspanyayê ji aliyê Înterpolê ve bibîr xist. Wezîra Karê Derve bal kişand ser bikaranîna Înterpolê û anî ziman ku divê ev sazî ji bo armancên siyasî neyên bikaranîn.