Sefîrê Bilind ê YE yê Tirkiye rexne kir, îstifa kir
Hat ragihandin, Sefîrê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) Hansjorg Haber ê peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser mijara penaberan rexne kiribû, îstifa kiriye.
Hat ragihandin, Sefîrê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) Hansjorg Haber ê peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser mijara penaberan rexne kiribû, îstifa kiriye.
Nûçeya li ser îstifaya Sefîrê Bilind, ji aliyê ajansa nûçeyan a Reutersê ve hat ragihandin. Reutersê agahiyên xwe yên li ser vê mijarê spart dîplomatên Yekîtiya Ewropayê.
Derketibû holê, ku di navbera vî dîplomatê Elman û rêveberiya Tirkiyeyê de berê jî pirsgirêk derketibû û meh beriya niha Wezareta Karên Derve ya Tirk bang lê kiribû û ew hişyar kiribÛ.
Di berdêla peymana penaberan de Tirkiye dixwaze vîzeya di navbera Tirkiye û welatên Yekîtiya Ewropayê de bê rakirin. Her wiha ji 72 pîvanên ji bo rakirina vîzeyê şert in, bi israr ên herî girîng bi cih nîne. Di nava van pîvanan de guhertina 'Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê' û azadiya çapemenî û ramanê jî hene.