Sedema êrîşên nîjadperestî, hêrs û kîna AKP'ê ye

Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan got, sedema êrîşa nîjadperestî ya li hemberî cenazeyê dayika Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk, daxuyaniyên desthilatdariya AKP'ê yên dijatiya li Kurdan e.

Parêzvanên mafên mirovan jî nerazîbûn nîşanî êrîşa nîjadperestî ya li cenazeyê dayika Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk hate kirin, dan. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan destnîşan kir, ku sedema vê êrîşa nîjadperestî kîn û hêrsa desthilatdariya AKP'ê ye ku di daxuyaniyên wan de xwe dide der. Turkdogan diyar kir, komên nîjadperest dikarin xwe bi hêsanî bi rêxistin bikin û gelekî rehet êrîş bikin û got, ev yek nîşaneya bandora gotinên neteweperest û cihêkar ên desthilatdariyê li ser civakê ye.

HDP'Ê TIMÎ DIKE HEDEF

Turkdogan bal kişand ser nuqteyên girîng ên êrîşên nîjadperestiyê ku divê werin lêkolînkirin û got, "Nuqteya yekemîn; ev komên nîjadperest gelekî bi hêsanî organîze dibin û êrîş dikin. Dewlet, li şûna ku van liv û tevgerên êrîşkar bişopîne, naşopîne, li bendê dimîne ku êrîş bikin û piştî ku êrîş tê kirin tedbîran digire. Ev yek jî radixe pêş çavan, ku êrîş ji ber negirtina tedbîrên dewletê rû didin. Xala duyemîn jî ew e, ku ev êrîş nîşan dide bê daxuyanî û gotinên cihêkar û dij bi Kurd ên piştî destpêkirina şerê çekdarî tên dayin, bandoreke çawa li civakê dike. Eger hûn rabin HDP'ê timî weke organîzasyoneke 'terorê' nîşan bidin, hûn ê karibin komên neteweperest û nîjadperest bi hêsanî li hev kom bikin. Nuqteya sêyemîn jî; li Tirkiyeyê qanûna ku sûcên nefretê qedexe dike, nîne. Tenê di qanûna ceza de xalek heye. Ev xal jî bi awayekî rast bi cih nayê anîn. Dema ku mirov van her sê sedeman tînin cem hev, mixaibin rewşeke bi vî rengî ya nebaş derdikeve holê û her tim xeterî heye ku rewşeke bi vî rengî derkeve holê."

'PIŞTÎ KU HATE KIRIN, ŞERMEZARKIRIN BI KÊR NAYÊ'

Turkdogan got, piştî ku bûyer qewimî û êrîş hate kirin, dayina daxuyaniyên şermezarkirinê bi kêr nayên û destnîşan kir, ku divê dewlet van êrîşan berê bibîne. Turkdogan got, "Dayika parlamenterekê wefat kiriye. Hemû rêveberên HDP'ê li wir e û cihê ku cenaze lê bê rakirin, yek ji cihên Enqereyê yê bi neteweperestiyê tê naskirin e. Diviyabû hêzên polîsan bi vê zanîbûna û bala xwe li ser bûya." Turkdogan anî ziman, êrîşa li cenazeyê Hatûn Tûglûk hatiye kirin, êrîşeke nefretê ye.

'HETA KU DOZA KURD NEYÊ ÇARESERKIRIN, TI PÊŞKETIN NABE'

Ozturk Turkdogan anî ziman, heta ku desthilatdarî polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan neguherîne wê bi ti awayî pêşî li êrîşên wiha neyê girtin û got, "Heta ku Rewşa Awarte neyê rakirin, parlamenter ji girtîgehê neyên derxistin, hevşaredar li wezîfeya xwe neyên vegerandin û dawî li vê kîn û hêrsa li dijî HDP'ê neyê anîn, ne pêkan e ku êrîşên bi vî rengî biqedin."

Turkdogan diyar kir, li Tirkiyeyê her tişt bi doza Kurd ve girêdayî ye û got, heta ku ev neyê çareserkirin ti pêşketin li welêt nabe, aştiya civakî pêk nayê û jiyaneke bi hev re nayê afirandin.