Sê wekîlên CHP’ê: Demîrtaş berdin!

Sê wekîlên CHP’ê ji bo Demîrtaş ê ku rehîn hatite girtin, bang kirin ku were berdan.

Sê wekîlên CHP’ê, ji bo namzetê serokomariya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê berdan bang kirin.

Wekîlên CHP’ê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş, Eren Erdem û Sezgîn Tanrikulu, di hesabên xwe yên tora civakî de, ji bo namzetê serokomariya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê berdan bang kirin.

Banga parlamenteran wiha ye: 

Bariş Yarkadaş: "Namzetên serokomariyê diyar bûn. Namzet wê dakevin qadan û dengan bixwazin. Namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî, bi awayekê bê hiqûqî di girtîgehê de tê girtin. Ji ber vê yekê derfeta wî ya propagandeyê bike tune ye. Divê dawî li vê şermê û bêmafiyê bê anîn û demildest Demîrtaş bê berdan.”

Eren Erdem: "Namzetê serokomariya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ti ceza û hikim nexwariye û hîna di girtîgehê de tê girtin. Divê bê berdana.”

Sezgîn Tanrikulu: "HDP’ê Selahattîn Demîrtaş weke namzetê serokomariyê diyar kir û ew hîna parlamenter e. Cezayekê ku lê hatiye birîn tuneye. Girtina wî bêmafî û bêhiqûqiye.  Ev li dijî pîvanên hilbijartina di şert û mercên wekhev de ye. Divê demildest S.Demîrtaş bê berdan.”