Sê roj li herêma Şehbayê -Çavdêrî

Şehba ku li bakurê parêzgeha Helebê ye, heta Efrîn û Ezazê bûye mîna mertalekî li dijî komên çete yên Tirkiyeyê. 

Berî em berê xwe Şehba din, bi dehan fikir serê me re çûn û hat in. Helbet agahî rojane hene lê dema mirov bi xwe û bi çavên xwe nebîne her agahî kêm dibînin. Jiyana gelê li vir bi çi rengî ye, kî ne, koçberên Efrînê çawa debara xwe dikin, ev herêm çiqas mezin e? Çawa tê birêvebirin, ew ên birêve dibin kî ne.....hwd.

Herêm ji zêdeyî sê bajar û 25 gundan pêk tê. Bajarê herî mezin Til Rifehet e, ew bi xwe bajarekî dîrokî ye ku navê xwe Arfad bûye. Gelek şaristanî di vê herêmê re derbas bûne û her ev herêma Şehba bûye wek derî û mertal ji Sûriye û Mezopotamyayê re. 

Ji xwe di sala 1516'an de li gundê Dabiqê ku 5 km dûrî min e, gelê herêmê bi hejmareke kêm a şervanan li dijî sûltanê Osmanî Selîm ê yekem berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Lê belê ji ber xiyanetê herêm heta Misrê bi pênc sed salan tê dagirkirin. Lewma jî Erdogan carna xwe wek sultanekî Osmalî nîşan dide û pir girîngiyê dide vê herêmê.

Şehba ku li bakurê parêzgeha Helebê ye, heta Efrîn û Ezazê bûye mîna mertalekî li dijî komên çete yên Tirkiyeyê. Dema em di gundên herêmê re derbas dibûn gelek netewe û bawerî jî lê dijîn. Gundek pêkhatiyê xwe Ereb, yek Kurd e, yek jî Şîa ye. Mirov dikarin bêjin ku herêm çiqasî biçûk jî be bi rengekî serbixwe tê birêvebirin.

Em çûn bajarê Til Rifhet ku liv û tevgera sûkê berçav bû. Me serdana rêveberiya wê kir.  Ridwan Rifahî hevserokê herêma Şehba ye, em pêşwazî kirin. Xortekî ji xwe û gelê herêmê bawer tevdigeriya ji bo rewşa gel û gefên rojane yên Tirkiye li wan dixwe wiha got, "Êdî vî gelî hemû lîstok û pîlan naskirine. Bi taybetî yên Tirkiyeyê. Her kes dizane ku niha xelkê Ezazê û Efrînê di bin dagirkirina van çetan de çi dibînin. Lewma wek hûn dibînin em di nava aramiyekê de ne, tevî ku çete carnan herêmê topbaran dikin."

Li ser pirsa me ku Til Rifhet xelkê wê jî hinek koçber bûye wê çawa bibe hûn ê çawa çareser bikin? Ridwan di vê mijarê de pir rehetî wiha got: "Hembêza me vekiriye. Ji xwe piştî dagirkirna Efrînê 500 mal vegeriyan e, em rêveberiyeke sivîl in, erkê me xwedîderketina li xelkê xwe ye. Heta niha jî me kesek red nekiriye."

Li aliyekî din xelkê Efrînê yên ku ji ber dagirkirina Efrînê koç kirine, ji bilî kampan li gund û bajarên herêmê jî belav bûne. Li Til Rifhet taxek seranser xelkê Efrînê lê dijîn ku rêveberiya wan jî ji wan bi xwe ye û di rêka komînan debara û rêxistina  xwe dikin. Li wir 16 komîn hene, em çûn gel wan. Yek ji wan komînan ku civatek girtibûn û çayê vedixwarin, sihbeta wan jî ser gund û zeyton û axa wan bûn. Mistefa Yeqûb bi temenê xwe yê 50 salî wiha ji me û civatê re dibêje "Temenê min ê ku li vir dijîm ji jiyana xwe nahesibînim, ev bû sal û nîv e, dihesibînim ku nejiya me û hatiye rawestandin."

Piştî apê Mistefa axaftina xwe qedand her kes bê deng bû. Piştî kêliyekê deng ji aliyê din hat, camêrekî temenê wî jî nêzî 50 salî xuya dikir digot "Rojekê li mala xwe ya Meydanê bim, ji min re çêtir e ku ev bajar û derdora wê ser navê min tapî bikin."